Fînland daxwaza Tirkiyê ya radestkirina welatiyan red dike

Hewlêr (Rûdaw) - Fînlandê ragihand, dosyayên wan kesên ku Tirkiyê xwestiye bên radestkirin û ji aliyê wan ve hatine redkirin dê wek xwe bimînin û ew dê careke din lêkolînê li ser wan dosyayan nekin.

Wezareta Dadê ya Fînlandê li ser serlêdanên Tirkiyê yên ji bo radestkirina welatiyan ku hatin redkirin daxuyaniyeke nû da. Wezaretê red kir ku li ser dosyayên ku Tirkiye xwestiye bên radestkirin lê Fînlandê red kiriye û dê careke din venegerin û li wan dosyayan nenêrin.

Li gorî nûçeya DWê, Berdevka Wezareta Dadê ya Fînlandê Sonja Varpasuo di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Enqereyê xwestiye 6 dozên ku radestkirina wan hatiye redkirin ji nû ve werin lêkolînkirin “Biryar hatiye dayîn. Ji Tirkiyê re hatiye ragihandin ku ev doz ji nû ve nayên nirxandin.”

Fînland û Swêd piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê ragihandin ku ew dixwazin bibin endamên NATOyê û Tirkiyê jî ji bo pesendkirina endamtiya wan, ji Swêd û Fînlandê daxwaza radestkirina 33 kesên ku "bi endamtiya PKKê" dihatin tawanbarkirin, kir.

Di dawiya meha Hezîranê de di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandê de peymaneke sê alî hat îmzekirin û Tirkiyê ragihand ku ew ê vetoya xwe ya li ser beşdarbûna van welatan di NATOyê de rake lê qebûlkirina van welatan ji bo NATOyê bi şertê radestkirina wan kesan dê were kirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di 20ê Tebaxê de diyar kiribû ku Swêdê heta niha tenê kesek radestî wan kiriye û ew kes jî ji ber sextekariyê dihat xwestin.

Li aliyê din Bozdag diyar kir ku Fînlandê kesên ku bi "daxwaza sûcên terorê" radestî Tirkiyê nekiriye.

Ji bo ku Swêd û Fînland bibin endamên NATOyê, divê hemû endamên wê bêyî îstîsna erê bikin.