Galeriya wêneyan

09-09-2022
19 Photos

Duh Pêncşembê 8ê Îlona 2022 Şahjina Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem di 96 saliya xwe de koça dawî kir.

Şahjin Elizabeth II di dîroka Keyaniya Brîtanyayê de dema herî dirêj xizmet kir û 70 salan wek Şahjina Brîtanyayê hikûmet kir.

Piştî koça dawî ya Şahjin Elizabeth, hejmarek xelkê Brîtanyayê li pêşiya Koşka Buckingham li Londonê kom bûn û wek nîşandana xemgîniya xwe û bo rêzgirtinê gul danîn.

Yekser piştî koça dawî ya Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a Duyem, kurê wê yê 73 salî Charles bû Şah. Biryar e îro Şah Charlesê Sêyem biçe Londonê û di gotarekê de bi fermî xwe weke şahê nû yê Brîtanyayê bide naskirin.

Wêne: AFP