Şahzade Charles bû Şahê nû yê Brîtanyayê

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî mirina Şahjin Elizabeth II, kurê wê yê 73 salî Charles bû Şahê Brîtanyayê.

Koşka Buckingham di daxuyaniyekê de ragihand, Charles kurê 73 salî yê Şahjin Elizabeth bi navê Charles III bûye Şahê Brîtanyayê.

Şah Charles di daxuyaniyekê de got, "Mirina diya min a delal, cenabê Şahjin bû sedema xemgîniyek mezin ji bo min û ji bo hemû endamên malbatê", û got ku ew hem şîna Şahjinekê û hem jî dayikeke pir hezkirî digirin.

Şah Charles diyar kir ku rêzgirtin û hezkirina ji bo Şahjin Elizabeth dê bibe sedema arambûna dilê wan di dema şîn û guhertina text de.

Piştî mirina Şahjin Elizabeth, li ber deriyê Koşka Buckinghamê daxuyaniya ragihandina wefata wê hate danîn.

Di peyama malbata Şahîtiya Brîtanyayê de wiha hat gotin: "Şahjin îro piştî nîvro li Balmoralê di nava aramiyê de wefat kir. Şah û hevjîna wî Şahjin dê îşev li Balmoralê bimînin û sibê vegerin Londonê."