VÎDEO - Bi hezaran Kurd li Oslo û Viyenayê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytextên welatên Ewropayê bi hezaran Kurd bi mebesta nîşandana piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê û gihandina dengê Kurdan ji derveyî Kurdistanê re, aheng û karnaval saz dikin. Niha li Oslo ya paytexta Norwejê û Viyena ya paytexta Nemsayê karnaval birêve diçe.

 

 

 

Aheng û karnaval ji aliyê Komîsyona Referandumê ji bo piştgiriya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi beşdariya Kurdên her çar parçeyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê têne birêvebirin.

 

Biryar e îro li Rûsyayê bajarê St. Petersburgê jî karnavalek bi heman mebestê were pêkanîn.

 


 

Mafê Kurdên ji parçeyên din ên Kurdistanê tine ye ku di referandumê de deng bidin, lê belê weke ku ew bi xwe dibêjin, dikarin ji aliyê madî û me'newî ve piştgiriya Başûr bikin û eger dengê "Belê" bi ser bikeve û Başûrê Kurdistanê serxwebûnê rabigihîne, ji bo wan jî ev dê bibe serbilindî û pê şanaz bibin.

 


 

Keç û kurekî Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlemento û şaredariyên Norwecê, xwe kirine namzed ku biryar e du roj şûnde birêve biçe. Bako Hewramî ku 21 salî ye û ji Silêmaniyê ye, bûye namzedê şaredariyeke Norwejê, li ser helwesta partiyên Norwejê li hember referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand:

 

“Hêj ti partî behsa giştpirsiyê nekirine û rêz li demokratîkbûna Kurdistanê digrin. Ew dixwazin pêşî referandum pêk were piştî wê nêrîna xwe aşkere bikin.”

 

Bako Hewramî amaje bi wê yekê kir, ku di nav Partiya Karkeran a Norwejê de kurdên çalak hene û ji bo pirsa Kurdî dixebitin.