Gelê Katelonî: Serxwebûn ji bo parastina ziman û çanda me ye

09-09-2017
RÛDAW
Katelonya
Katelonya
Nîşan Katelonya Giştpirsî Îspanya
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Tenê 5 roj piştî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dê gelê Herêma Katelonya ya Îspanyayê jî ji bo serxwebûnê herin ser sindoqan û biryara çarenivîsa xwe bidin. Katelonî dibêjin, ew dixwazin bi serxwebûnê nasnameya xwe biparêzin.

 

Hikûmeta Îspanyayê li dijî serxwebûna Katelonyayê ye. Lê êdî ev mijar bi rêkeftina navbera hikûmata Barcelona û Madrîdê ve eleqeder nîne.

 

Ji niha ve Katelonya weke welateke serbixwe reftarê dike. Li bajar û navçeyên Herêma Katelonyayê, ku dikeve bakûrê rojhilatê Îspanyayê, alên Îspanyayê pir kêm tên dîtin. Ji niha ve li her derê alên Katelonyayê û poster û afîşên piştgiriya giştpirsiyê kolanan dixemilîne.

 

Hemwelatiya Katelonî ya bi navê Montsîrat Koka, ku xwedana firoşgehekê ye, dibêje: “Ez hest bi wê yekê nakim, ku Îspanî me. Çanda Îspanyayê jî ne çanda me ye. Em herdem Katelonî bûn. Şêweyê hizir û çanda me ji hev cuda ye.”

 

Xala werçerxanê ya daxwaza serxwebûna Herêma Katelonyayê, sala 2010 e. Wê slaê hikûmeta Katelonyayê daxwaza desthilateke zêdetir ji bo herêma xwe kir lê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê ev daxwaz qebûl nekir.

 

Vê biryarê bîranîneke tehl di hizra Kateloniyan de hişt. Lê biryara herî giran ji bo wan ew bû, ku di navbera salên 1939 û 1975ê de zimanê wan hate qedexekirin. Nihajî Ketelonî, dewletbûnê ji bo parastina ziman û çanda xwe pêwîst dibînin.

 

Serokê Şaredariya Sabadelê Mates Serekant diyar dike: “Eve tişteke etnîkî nîne. Eşkere ye, ku çand, ziman û wêjeya Katelonî ji ya Îspanî cudatir e. Em xwediyê dîroka xwe ne. Niha riyeke cuda ya demokrasiyê heye, ku ber bi biryaradanê û diyarkirina sînorên xwe diçe.”

 

Biryare roja 1ê Cothemê gelê Katelonyayê derbarê paşeroja xwe de biryarê bidin. Lê hikûmeta Îspanyayê herweke hikûmeta Bexdayê li dijî vê yekê ye. Lewma Dozgerê Giştî yê Îspanyayê, dixwaze tometa “xirab bikaranîna desthilata xwe” bixe ser stûyê berpirsên hikûmeta Katelonyayê.

 

Lê gelê Katelonyayê dibêje, gef û guvaşên hikûmeta Îspanyayê bandorê li biryara wan nake.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst