Hewlêr (Rûdaw) - Li Brezîlyayê balafireke ku 62 rêwî û muretebat tê de bûn ket xwarê.
Li nêzikî bajarê Sao Paoloyê yê Brezîlyayê balafireke ku 58 rêwî û 4 muretebat tê de bûn ji ber sedemeke nayê zanîn ket xwarê.
Serokê Brezilyayê Luiz Inacio Lula da Silva derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke vîdoyî belav kir.
Lula da Silva got, “Ez dixwazim her kes rabe ser piyan da ku em deqeyekê rêzê bigirin ji ber ku balafirek li bajarê Vinhedoyê yê Sao Pauloyê ket xwarê û 58 rêwî û 4 muretebat tê de bûn û xuya ye ku hemî mirine.”
Herwiha Parastina Sivîlan a Brezîlyayê ragihand ku balafir li cihekî niştecîhbûne ketiye xwarê û li gelek malan ketiye.
Li nêzikî bajarê Sao Paoloyê yê Brezîlyayê balafireke ku 58 rêwî û 4 muretebat tê de bûn ket xwarê pic.twitter.com/o04OYyEBgB
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 9, 2024
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse