Rûsya: Me îşev 75 dronên Ukraynayê îmha kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan 75 dronên Ukraynayê îmha kirine.

Wezaretê destnîşan kir ku hêzên Ukraynayê hewl daye êrişî xaka Rûsyayê bikin lê wan rê nedaye ev yek pê were.

Li gorî daxuyaniyê li herêma Belgorod 26, li Lipetskê 19, li Kurskê 7, li Bryanskê 5, li Voronejê 4, li Orlovê 1, li Qirim û Deryaya Reş jî 13 dron ji aliyê sîstema parastinê ya asmanî ve hatine xistin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku li Deryaya Reş jî 7 wesayîtên deryayî yên bêmirov hatine îmhakirin.

9 kes birîndar bûn

Parêzgarê Lipetskê Igor Artamonov li ser Telegramê daxuyand ku di êrişên Ukraynayê yên bi dronan de 9 kes birîndar bûne.

Igor Artamonov got ku birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin û wan biryar daye çalakiyên şahî û kêfxweşiyê bên betalkirin.

Parêzgarê Belgorodê Vyaçeslav Gladkov jî destnîşan kir ku 4 dronên Ukraynayê li bajarê Şebekinoyê li avahiyekê ketine û êgir girtiye avahiyê.