9 welatan ji bo parastina Amazonê destên xwe hilmalan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên 9 welatên ku beşeke daristana Amazonê di nav axa wan de ye li bajarê Belemê yê bakurê Brezîlyayê civiyan.

9 welat ji bo ku planeke demdirej li ser parastina daristana herî mezin a baranî ya cîhanê bikin dest bi xebatan kir.

Di çend salên borî de ji ber birîn, guherîna keşûhewayê û agir, rêjeyeke zêde ya daristanên Amazonê ji nav çûn.

Lûtke dema ku Serokê Brezîlyayê destpêka îsal hate ser desthilatê ragihand, armanca wî ew e ku heta sala 2023an dawiyê li birîna daristana Amazonê bîne.

“Ti demek ji niha girîngtir nebûye”

Serokê Brezîlyayê Lula Da Sîlva li ser civîna parastina daristana Amazonê anî ziman:

“Ev 14 sal in em neciviyane. Em di demekê de dicivin ku guherîna keşûhewayê ber bi xirabiyê ve diçe.

Ti demek ji bo rûbirûbûna wan astengiyên ku pêwîstiya wan bi karên hevbeş heye ji niha girîngtir nebûye ku em hevahengiya xwe berfirehtir bikin.”

Birîn û hişkbûn gihîştiye ji sedî 17an

Zana dibêjin, divê welat ji sedî 80ê keskahiya Amazonê biparêzin û rê nedin birîn û hişkbûna wê daristanê ji sedî 20 derbas bibe.

Li aliyê din, birîn û hişkbûn gihîştiye niha ji sedî 17an.

Rûberê daristana Amazonê 6,7 milyon kilometre çargoşe ye û dikeve nav axa 9 welatan ku ji sedî 60ê wê li Brezîlyayê ye û ji sedî 40ê din jî dikeve nav axa welatên Kolombiya, Peru, Bolîvya, Ekvador, Gîne, Gîneya Fransî, Surînam û Venezuelayê.

Ji bilî wan welatên ku xwe wek xwediyên daristana Amazonê dizanin xelkê resen ê wê daristanê jî dixwaze zû bigihêjin hawara daristanê.

Serokê hoza Kayapoyê ya Amazonê Rawni Mituktiri jî ditirse ku desthilatdar bilez xwe dest bi xebatekê nekin:

“Tiştê li cem me cihê nîgeraniyê ye ew e ku eger desthilatdar bi awayekî bilez gav neavêjin, birîna daristanan dê berdewam be û encamên wê yên xirab jî bibin.”

“Ev der cihê jiyana me ye”

Seroka hoza Woranî ya Amazonê Nimo Guykuyta behsa girîngiya Amazonê kir û got:

“Daristan ne bîra petrolê ye, ne kana zêr e. Ev der cihê jiyana me ye. Bazar û dibistan û mala ruhê me ye.

Ji ber wê em dixwazin ku serokên cîhanê bi rêya gotûbêjan dest bi karên xwe bikin û divê xelkê resen jî beşdarî wan biryaran bibe ku di vê lûtkeyê de tên wergirtin.”

Tora Çavdêriya Daristanên Cîhanê destpêka îsal di rapora xwe ya li ser Amazonê de ragihand ku ji ber birîn, agir û hişkbûnê kêlî bi kêlî rûberekî nêzîkî 11 stadyumên futbolê keskahî ji daristanê kêm dibe.