Xelkê resen bi sedemên cuda koçber dibin

09-08-2020
RÛDAW
Neteweyên Yekbûyî daxwaza parastina xelkê Resen dike r
Neteweyên Yekbûyî daxwaza parastina xelkê Resen dike r
Nîşan Xelkê Resen Roja Cîhanî ya Xelkê Resen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li cîhanê xelkê resen bi sedemên cuda koçber dibin; ew ji ber projeyên mezin wek çêkirina bendavan, mijara guherîna keş û hewayê û çendîn sedemên din neçar dibin cihên xwe bicîh bihêlin. Roja 23ê Kanûna sala 1994an, Neteweyên Yekbûyî roja 9ê Tebaxa hemû salekê wek Roja Cîhanî ya Xelkê Resen destnîşan kir. Armanca serekî ya  vê pêngava Neteweyên Yekbûyî, parastina mafê wî xelkî ye.

Lêkolîneke nû behsa wê yekê dike ku roleke mezin a xelkê resen di parastina sîstema jîngeha cîhanê de heye.

Li gor lêkolîna çend pispor û zanayan ku di Kovara Nature ya Brîtanî de belav bûye, hejmara xelkê resen li cîhanê 370 milyon kes e, wate kêmî ji sedî 5ê akinciyên cîhanê pêk tînin.

Lê belê nêzîkî ji sedî 25ê zeviya cîhanê di bin kontrola wan de ye û nêzîkî ji sedî 80yê giyanewer an canewer û nebatên cîhanî jî di wê rûberê de di jêr destê wan de ye. Li gor lêkolînê, piraniya xelkê resen li Afrîqayê ne, herî kêm jî li Ewropa û navenda Asyayê ne. Nêzîkî 7.8 kîlometre duca ya zeviyên wan navçeya qedexekirî ye û ew jî ji sedî 40ê zeviya qedexekirî ya cîhanê pêk tîne.

Xelkê resen li cîhanê  370.000.000 kes in, ew jî dibe %5ê akinciyên cîhanê û %25ê zeviya cîhanê di bin kontrola wan de ye û %80ê giyanewer û nebat di rûberê jêr destê wan de ne û piraniya xelkên resen li Efrîqayê ne û herî kêm li Ewropa û naven Asyayê ne û 7.8 kîlometre duca zevî navçeya qedexekirî ye û %40ê zeviya qedexekirî ya cîhanê pêk tîne.

Di dema çendîn salên borî de hinek welatan karên baş bo îtirafkirina bi mafên xelkê resen û parastina wan mafan kirine, ji wan hikûmetên Australya û Nambia. Lê li gelek cihên din ên vê cîhanê xelkê resen rojane rûbirûyê pirsgirêkan dibin û ew gefa li ser zeviya xelkê resen jî çêdibe, gef e bo ser çendîn giyanewer û nebatên cîhanê û herwiha oksîjena vê exter yan hesareyê ye.

Xelkê resen ên daristanên Amazonê çend sal e pirsgirêkên wan zêde bûne, ew dibêjin bi dehan hezar kes bi awayekî neyasayî ji herêma Roraima ya bakurê Brezîlyayê di kanên zêr de kar dikin, jîngeha wan têk didin û hikûmet jî ti karekî pêwîst nake.

Serokê Hozeke Xelkê Resen Mauricio Yekuana dibêje: “Em daxwazê ji hikûmeta federalî dikin ku yekser kar bike bo rêgirtin li wan kesên bi awayekî neyasayî di kanên zêr de kar dikin. Ew hatine nav zeviya xelkê resen û ev jî me nîgeran dike. Wê rojê du ciwanên me li navçeya Parima hatin kuştin û em jî nîgeran in, ji ber her niha jî ew zelkê hatine navçeyê bûne sedema belavbûna Covid-19ê.”

Salane li çendîn welatên cîhanê di vê rojê de çalakiyên cuda tên kirin, lê îsal ji ber belavbûna Coronayê hejmareke zêde ya çalakiyan li bajar û bajarokên welatan nayên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst