Dûma: Moskow amade ye hêzên zêdetir bişîne Sûriyê

09-08-2019
RÛDAW
Piştî raporta Pentagonê ya derbarê dubare bihêzbûna DAIŞê li Iraqê û Sûriyê de, Rûsya dibêje, amade ye hêzên zêdetir bişîne Sûriyê.
Piştî raporta Pentagonê ya derbarê dubare bihêzbûna DAIŞê li Iraqê û Sûriyê de, Rûsya dibêje, amade ye hêzên zêdetir bişîne Sûriyê.
Nîşan Rûsya Moskow Dûma Sûriye Amerîka Pentagon DAIŞ Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di karvedana raporta Pentagonê ya derbarê dubare bihêzbûna DAIŞê li Iraqê û Sûriyê, Rûsyayê ragihand, ku amade ye, hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê zêdetir bike.

 

Piştî ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku rêxistina DAIŞê careke din li Sûriyê serîhildide û li Iraqê jî xwe bihêz dike, karvedanên cuda cuda li pey vê raporta Pentagonê hatin.

 

Weke karvedanekê li ser raporta Pentagonê, Parlamentoya Rûsyayê ku weke Dûma tê naskirin, ragihand ku eger pêwîstî pê hebe, Moskow amade ye hêzên xwe yên esmanî li Sûriyê xurttir bike, bi wateya ku beşdariyê di şerê li dijî DAIŞê de bike.

 

Cîgirê Serokê Komîteya Dûmayê yê ji bo Karûbarên Berevaniyê, Yûrî Şviyêtkîn ji medyaya Rûsî re ragihandiye, Rûsya amade ye hêzên xwe yên esmanî bişîne Sûriyê, ji bo şerê terorê bike û rê li ber bigire, da ku li cîhanê belav nebe, lê niha pêwîstî bi vê yekê nîne.

 

Di raporta Pentagonê de hatibû ku, tevî jidestdana xîlafeta xwe li ser asta herêmî, lê rêxistina DAIŞê li Iraq û Sûriyê careke din xwe bihêz kiriye û dikare li herdu welatan êrîşan encam bide.

 

Pentagonê sedema vê yekê jî vegerandiye bo rewşa hêzên xwecihî, ku nikarin operasyonên demdirêj pêk bînin, yan jî di yek demê de gelek operasyonan encam bidin, yan bi xurtî navçeyên di jêr kontrola xwe de biparêzin.

 

Vegera DAIŞê ji wê demê ve destpê kir, ku Waşingtonê beşek ji hêzên xwe ji Sûriyê vekişand, di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji wê gava Amerîkayê nedilxweş bûn.

 

HSDê, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê yê li rojhilatê Dêre Zorê, roja 23ê Adara 2018an têkbirina leşkerî ya DAIŞê ragihandibû û dest bi qonaxa duyem ji operasyona xwe kiribû, ku ew jî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê bû, lê tevî wê gavê, heta niha DAIŞ êrîş û kiryarên xwe encam dide û çekdarên wê li hinek deverên biyabana Sûriyê, ji derdora Himsê heta sînorê Iraqê hene.

 

Di heman çarçoveyê de, raporteke Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, tevî şikestina leşkerî ya DAIŞê, lê hêj metirsiya DAIŞê li hemû cîhanê berdewam e û nîşan bi wê yekê da, ku sermayeya DAIŞê bi 300 milyon dolarî tê texmînkirin û dibe ku wan pereyan, di karên terorî de li Sûriyê û Iraqê bi kar bîne.

 

Rûsya, ku hêzên wê li gelek navçeyên Sûriyê cih girtine, amadebûna xwe diyar kiriye ku, di dema pêwîst de, dê karîn û hejmara hêzên xwe li Sûriyê bêhtir û aktîvtir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst