Kolombiyayê Filistîn wek dewlet nas kir

09-08-2018
RÛDAW
Nîşan Filistîn Kolombiya Dewlet Teysîr Ceradat Juan Manuel Santos
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Alîkarê Wezîrê Derve yê Filistînê Teysîr Ceradat ragihand ku Kolombiyayê Filistîn wek dewlet bi fermî nas kir.

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Filistînê Teysîr Cerada ku diyar kir ku Serokê berê yê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos beriya ku maweya peywira wî bi dawî bibe, nameyek pêşkêşî Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad el-Malikî kir ku tê de biryara Filistînê wek dewlet nas bikin hate ragihandin.


Teysîr Ceradat got ku Malikî bi xwe ligel Santos rûnişt û herwiha di vê kombûnê de biryara naskirinê li wî pîroz kiriye.


Ceradat pesnê biryara Kolombiyayê da û got ku ev yek, serketina dîplomasiya Filistînê ye.


Li gorî daneyên Wezareta Derve ya Filistînê, 139 dewlet bi awayekî fermî Filistînê nas dikin.


Ivan Duque ku piştî Juan Manuel Santos wekî Serokê Dewletê hatibû hilbijartin, duh sond xwaribû û dest bi kar kiribû.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst