Festîvala Nag Panchami ya perestina maran dê 10 rojan berdewam bike

09-07-2023
RÛDAW
Festîvala Nag Panchami ya perestina maran dê 10 rojan berdewam bike
Festîvala Nag Panchami ya perestina maran dê 10 rojan berdewam bike
Nîşan Festîvala Nag Panchami Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Nag Panchami ya ku kevneşopiyeke 200 salî ya Hindistanê ye li bajarê Samastipura wek festîvelekê hate pîrozkirin. Ev cejn û festîval di wateya perestina maran de tê binavkirin û ji bo festîvalê bi hezaran mar hatin komkirin.

Festîvala Nag Panchami li Nepal, Hindistan û welatên din ji aliyên Hindûyan ve tê pîroz kirin.

Hindû yên ku 10 rojan maran diperesin, paşê maran berdidin nav çolê. Festîval her sal di dema baranên Mûsonê de ku dikeve demsala havînê dest pê dike.

Marên ku mêr ji bo ji xerabiyên şeytên dûr bikevin li dor stûyê xwe dipêçin, hem di ola Hindû de hem jî di mîtolojiya Hindiyan de xwedî cihekî girîng in.

Çîroka ku wisa kiriye ev festîval her sal bê lidarxistin û bibe efsane wiha ye, “Cotkarek dema ku zeviyê xwe cot dike marekî dikuje. Paşê dayika mar ji xeynî cotkar û keça wî hemû kesên di wê malbatê de dikuje. Bi îbadet û duaya keça biçûk hemû malbata cotkar vedijîn û ji wê rojê û vir ve her sal Roja Nag Panchami tê pîrozkirin û mar careke din li kesî venadin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst