Wezîrê Navxwe yê Fransayê: Îslama siyasî dijminekî kujer ê Fransayê ye

09-07-2020
RÛDAW
Wezîrê Navxwe yê Fransayê, Gerald Darmanin
Wezîrê Navxwe yê Fransayê, Gerald Darmanin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Fransayê piştî destbikarbûnê di yekem daxuyaniya ji bo medyayê de li dijî îslama siyasî derket û got: “Îslama siyasî dijminekî kujer ê Fransayê ye.”

Gerald Darmanin li parlamentoya welatê xwe gotarek pêşkêş kir û got: “Li gor min Wezîrê Navxwe Wezîrê Karûbarê Olî ye jî.”

Gerald Darmanin ku nû weke Wezîrê Navxwe yê Fransayê dest bi kar kiriye, da zanîn ku li Fransayê desthilata sekuler nayê wateya redkirina azadiya Xwedaperestiyê û got: “Bo min wiha derdikeve tu li beramber helwêstekî dijwarî ku henek bi te tê kirin, ez jî dapîra min herdem lava ji Xwedê dikirin, lê bi cilûbergên Fransî, bi baweriya min çendîn Cezaîrî û neteweyên din di demekê de bi dîndariya xwe ve mijûl bûn, behayên Fransayê diparastin.”

Wezîrê Navxwe yê Fransayê destnîşan kir, Îslama siyasî dijminekî kujer ê Fransayê ye û got, “ divê Fransa şerê hemû tevgereke tayîfî bike.”

Piştî ku partiya serokomarê niha yê Fransayê Emmanuel Macron di hilbijartinên şaredariyê de rastî şikestinek mezin hat, Macron gotibû ku dê di demeke nêzîk de guhertin di kabîneya hikûmetê de çê bibi.

Piştî wê daxuyaniya Macron, serokwezîrê wî welatî Edouard Philippe dest ji kar berda û Macron piştî qebûlkirina îstîfaya wî, Jean Castex wek serokwezîrê nû diyar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst