Emmanuel Macron parlamento ji kar xist

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Fransa Hilbijartinên Pêşwext Parlamentoya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku ew Parlamentoya Neteweyî ji kar dixe û dê hilbijartineke pêşwext a giştî li dar bixin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) hatin eşkerekirin.

Li gorî encamên destpêkê, li Fransayê Partiya Yekîtiya Neteweyî (RN) di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de ji sedî 31,50ê dengan bi dest xistin.
Partiya RNyê partiyeke rastgir e û dijberiya penaber û koçberan dike.

Li aliyê din, Partiya Ronesansê ya Emmanuel Macron jî ji sedî 15,2ê dengan bi dest xistin.

Emmanuel Macron li ser encamên hilbijartinan û kêmbûna dengên partiya xwe biryara hilweşandina Parlamentoyê Neteweyî Fransayê da.

“Em dê hilbijartineke pêşwext li dar bixin”

Emmanuel Macron daxuyaniyeke nivîskî belav belav kir û wiha got:

"Ev encam ji bo partiyên Ewropayê diparêzin ne baş bû.

Em dê di navbera 30ê Hezîran - 7ê Tîrmehê de hilbijartineke giştî ya pêşwext li dar bixin.

Min biryar da ku bi dengdanê careke din hilbijartina paşeroja me ya parlementoyê bixim destê we.

Ji ber vê yekê ez dê êvarê Parlamentoya Neteweyî ji kar dixim.”

Macron amaje bi wê yekê jî kir ku dê îşev li gorî dema herêmî saet 22:00an bi wezîrên hikûmetê jî re bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst