Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê: Partiyên rastgir li pêş in

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Ewropayê Hilbijartin Partiyên Rastgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoyê Yekîtiya Ewropayê (YE) li çend welatên Ewropayê hatin ragihandin.

Li Awisturyayê Partiya Azadiyê ku partiyeke rastgir a tund e ji sedî 27ê dengan bi dest xist.

Li Almanyayê Partiya Xiristiyanên Demokrat û Muhafazakar ji sedî 30yê dengan bi dest xistin.

Medyaya fermî ya Awisturyayê encamên destpêkê yên hilbijartinên Yekîtiya Ewropayê (YE) eşkere kirin.

Li gorî encaman, Partiya Azadî ya Awisturyayê ji sedî 27, Partiya Gel ji sedî 23yê dengan û Partiya Sosyal Demokrat jî ji sedî 23yê dengan bi dest xistiye.

Li gorî encamên ne fermî, cara yekem e Partiya Azad a Awisturyayê di hilbijartinekê de herî zêde dengan bi dest dixe.

Li Almanyayê li gorî encamên destpêkê dengên partiyan wiha ne:

- Hevpeymaniya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan û Partiya Sosyalîst a Xiristiyan ji sedî 30yê dengan bi dest xistiye.

- Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê ji sedî 16,5

- Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 14,0

- Partiyên Keskan ji sedî 11,0

- Partiya Azad a Demokratîk ji sedî 5,0

- Partiya Çep a Alman ji sedî 2,0

- Partiya Azad a Demokratîk ji sedî 5,0

- Yên din ji sedî 19,0

Li Holendayê encamên destpêkê wiha ne:

Koalîsyona Karker/Çepa Kesk ji sedî 21,6

- Partiya Xêrt Fielders ya Rastgir ji sedî 17,0

- Partiya Gel ji bo Azadî û Demokrasiyê ji sedî 11,0

- Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 9,0

Encamên destpêkê yên li Yûnanistanê:

- Partiya Demokrat a Nû ji sedî 32,0

- Koalîsyona Çep û Pêşverû ji sedî 18,2

- Tevgera Sosyalîst ji sedî 13,9

- Partiya Komunîst a Yûnanistanê ji sedî 10,3

- Partiya Çareseriya Yûnanî ji sedî 10,0

Encamên destpêkê li Maltayê:

Partiya Karker ji sedî 44,67

Partiya Neteweyî ji sedî 42,52

Encamên destpêkê yên Bulgaristanê:

- Hevbendiya Yekîtiya Demokratîk ji sedî 26.2

- Tifaqa Demokratîk a Bulgaristanê ji sedî 15,7

- Partiya Vejînê ji sedî 15,4

- Tevgera Azadî û Maf ji sedî 11,7

Encamên destpêkê yên Xirwatistanê wiha ne:

- Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirwatistanê ji sedî 33,74

- Partiya Sosyal Demokrat ji sedî 27,81

- Tevgera Welatparêz  ji sedî 8,67

Encamên destpêkê yên Fransayê:

- Eniya Mafê Neteweyî ji sedî 32,4

- Koalîsyona Neteweyî ji sedî 15,2

- Partiya Sosyalîst ji sedî 14,3

- Partiya Fransî ya Çep ji sedî : 8,3

- Partiya Komarî ji sedî 7,0

Encamên destpêkên yên Spanyayê:

Partiya Gel, Partiya Demokrat a Xiristiyan ji sedî 32,4

Partiya Sosyalîst a Spanyayê ji sedî 30,2

Partiya Vox ya Rastgir ji sedî 10,4

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst