Îsal çend penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çûne Ewropayê?

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Penaber Rojavayê Kurdistanê Sûriye Ewropa Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal zêdetirî 3 hezar û 800 penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çûne Ewropayê. 

Sala borî jî zêdetirî milyonek û 140 hezar penaberî li Ewropayê daxwaza mafê mayînê kir.

 Zêdetirî 100 hezar ji wan xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bûne, piraniya wan berê xwe dabû Almanyayê.

 Tê çaverêkirin ku partiyên rastgir rêjeya dengê xwe li Parlamentoya Ewropauê zêde bikin.

Îsal jî zêdetirî 3 hezar û 800 penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê çûne Ewropayê.

“Hejmara penaberên Sûriyeyê zêde bûye”

Serokê Qibrisê Nikos Christodoulides li ser hatina penaberan a ji bo welatê xwe wiha got:

“Hejmara penaberên Sûriyeyên yên ku ji Libnanê tên di çend mehên destpêkê yên îsal de gelekî zêde bûye û ev yek jî cihê dilgiraniyê ye.

Ez dizanim ku Libnan û Sûriyeyê rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûne lê şandina koçberan ji bo Qibrisê ne çareserî ye û nayê qebûlkirin.”

Li gorî amaran sala borî milyonek û 140 hezar penaxwazan daxwaza mafê mayînê pêşkêşî welatên Ewropayê kiriye.

Zêdetirî 100 hezar ji wan ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne.

Di 5 mehên destpêkê yên 2024an de jî 3 hezar û 857 penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gihiştine Ewropayê.

Lê li gel berfirehbûna pêla partiyên rastgir û dijî koçberan li Ewropayê, tohmetbarkirin û hestên nerazîbûnê li dijî koçberan û bi taybet penaberên Sûriyê, zêdetir bûne.

“Kî tawanan bike dê were dersînorkirin”

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî li ser hatina penaberan wiha got:

"Ez dixwazim bi eşkereyî bêjim, ez gelekî bihêrs im ji wê yekê kesên ku daxwaza mafê mayînê kirine û daxwaza wan jî hatiye qebûlkirin tên vir tawanên mezin dikin.

Ji ber wê kî tawanan bike, heta eger ji welatên wekî Sûriyeyê û Efxanistan jî hatibin, ew dê bêne dersînorkirin."

Îro hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê jî hatin lidarxistin û tê çaverêkirin ku partiyên rastgir rêjeya dengê xwe û cihê xwe li parlamentoya siberojê ya Ewropayê de bihêz bikin.

Ji ber wê berî hilbijartinan, heşt welatên Ewropayê bi fermî ji Yekîtiya Ewropayê (YE) xwestibûn ku rewşa Sûriyeyê ji nû ve binirxînin da ku bikaribin penaberên ji Sûriyeyê hatine (YE) vegerînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst