Yekitiya Ewropayê li ser redkirina serlêdanên vîzeyê yên ji Tirkiyê daxuyanî da

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Yekitiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Anîta Hîpper li ser zêdebûna rêjeya redkirina serlêdanên vîzeya Shengenê ya welatiyên Tirkiyê got, “Daxwaz zêde dibin û ev yek dikare bandorê li proseya serlêdana vîzeyê bike. Ev ne rewşeke taybet bi Tirkiyê ve ye.”

Di van demên dawî de karsaz, xwendekar, welatî û hunermendên Tirkiyê yên ji bo wergirtina vîzeya Shengenê serî li welatên Ewropayê didin rastî pirsgirêkên cûda tên û serlêdanên wan ên vîzeyê bi hincetên cûda tên red kirin. Ev rewş di navbera welatên Ewropa û Tirkiyê de bûye sedema krîzê û ew krîz her ku diçe kûrtir dibe.

Berdevka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Anîta Hîpper roja Înê 9ê Hezîrana 2023an derbarê zêdebûna rêjeya redkirina serlêdana vîzeyê ya welatiyên Tirkiyê ji aliyê welatên Ewropayê ve, di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hîpper li ser pirseke derbarê mijarê de got, “Divê ez bi eşkere bibêjim ku ev ne rewşeke taybet e bi Tirkiyê ve. Daxwaz niha zêde dibin. Ev yek hinek caran dikare bandorê  li proseya serlêdanên vîzeyê bike.”

Li ser pirsa derbarê rêyeke çareseriyê ya bo pirsgirêka wergirtina vîzeya Shengenê ya welatiyên Tirkiyê jî Berdevka Komîsyona Yekitiya Ewropayê dibêje, “Nirxandinên vîzeyê hemû caran bi takekesî tên kirin û di berpirsyarî û biryara welatên endamên Yekitiya Ewropayê bixwe de ye.”

Li gor amarên navendên wergirtina vîzeyê yên li Tirkiyê sala derbasbûyî ji sedî 15ê serlêdanên  vîzeya Shengenê ya welatiyên Tirkiyê dihatin red kirin, lê niha ew rêje gihiştiye ji sedî 50ê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst