Îspanya: Tîbûna di hembêza okyanûsê de
Hewlêr (Rûdaw) - Guhertinên keşûhewayê û hişkesaliyê li gelek welatên cîhanê di van salên dawî de gelekî bi lez dibe. Spaniya tevî ku sînorên wê ji 3 aliyan ve av e, lê rûbirûyî pirsgirêka kêmbûna avê hatiye.
Sê aliyên wê av e û bêaviyê bêhn lê çikandiye, Îspanya di hembêza sê derya û okyanûsekê de tî ye. Ev der navçeya Vilanova de Sau ye li Herêma Katalonyayê. Ev dêra qedîm a sedsala yezdemîn, di salên şêstî yên sedsala borî de, di jêr ava Bendava Sau de niqûm bûbû lê 3 salên bê baraniyê, bendav vala kiriye û şûnwarên di bin de derxistine holê.
Dêr ku serdemekê cihê dua û hêviyê bû, niha bûye nîşaneya hişkesaliyê. Adara îsal berpirsên Katalonyayê biryar dan wê ji %6ê avê jî ku tê de maye, berdin daku ji ber herî û çirava binê bendavê bêhn pê nekeve.
Peravên qelişî yên bendavê ji welatekî peravê yê Ewropayê zêdetir dişibin axa welatekî beyabanê Afrîkayê. Li vê derê êdî pêşbîniya guherîna keşûhewayê nayê kirin, lê tê dîtin û hest pê tê kirin.
Berpirsê Jingeha Navçeya Espluga de Francoli`s a Katalonyayê Xavier Rosell got, “Di van 2-3 salên borî de, bandora guherîna keşûhewayê ku têre derbas dibin, bi lezeke gelekî zêde çêdibe. Keşûhewaya me serûxwar bûye. Wê dema ku divê sar be, ne sar e. Wê dema divê germ be, zêde zêde germ e. Wê dema pêwîst e baran bibare, nabare. Wê demê jî ku divê bibare, nabarê.”
Gotineke Îspaniyan heye dibêje, berfa Nîsanê, li pey xwe kulîlk û barana Gulanê tîne lê îsal gotina wan rast derneket ne berf dîtin, ne baran.
Serokê Herêma Katalonyayê Pere Aragones anî ziman, “Ji Temûza 2021ê ve tenê meheke me hebû têde asta barîna baranê bigihe rewşa berî hişkesaliyê.”
Ev der gundê Las Pulga ye li Herêma Katalonyayê 3 hezar û 600 kes lê dijîn. Av çavkaniya jiyanê ye lê bêavî bûye şêwazê nû yê jiyana xelkê vî gindî. Ji ber valabûna depoyên avê, bi şev zû zû av ji ser wan qut dibe. Her dema roj hiltê, di maleke tejî pirsgirêk ya bê aviyê jiyana wan destpê dike.
Perestyara Alîkar Maria Gonzales got, “Em avê di galonan de hildigirin da ku dema sibehan radibin û diçin ser kar, dest û rû diranên xwe pê bişon û ji bo destavê jî bikar bînin. Êvaran jî yan li salonên laşciwaniyê serê xwe dişon an jî li mal wek serdemên berê di nav beroşê de avê germ dikin.”
Heftane sê caran ev tanker tê da ku depoyên gund tijî bike, di demekê de ku hişkesaliyê ava bin erdê ji bo astekê daxistiye, ne bi kanî û ne bîrên bi destan tên çêkirin jî nagihinê.
Hişkesaliyê bandor li seranserê Herêma Katalonya ya xwedan 7.7 milyon niştecihan kiriye. Asta hemû bendav û depoyên ava herêmê li gor amarên fermî, bo tenê %26 daketiye, yan tenê carek ava wan maye. Çendîn bajar û bajarokên Katalonyayê neçar bûne di bikaranîna avê de tedbîrên tund werbigirin, ji wan jî qedexekirina şûştina otomobîlan, şûştina cadeyan û avdana bexçeyan.
Li vê perava Barcelonayê, heta çav dibîne, av heye lê nîne jî. Berê geştyaran ev dûş bikar dianîn da ku bi ava şêrîn xwe ji toza peravê paqij bikin, niha dilopek jî ji wan nayê.
Niştecihê Barcelonayê Mihemed Elawî got, “Niha ez şok bûme, ji ber ku ev der bajarekî geştyarî ye; her kesê ku tê vê derê ji bo tamekê jê wergire tê lê qet av lê nîne.”
Ji bo rizgarbûna ji pirsgirêka bêaviyê, Îspanya ava deryayê şêrîn dike. Wek vê santrala bajarê Barcelonayê ya ku li Ewropayê ya herî mezin e. Santral ava şor a deryayê tîne û di hejmarek filter re vediguhêze heta di dawî de ji xwê paqij dike. Niha ji ber hişkesaliyê bi hemû şiyana xwe kar dike da ku pêdiviya Katalonyayê dabîn bike.
Rêveberê Santrala LIobregat Carlos Miguel anîbû ziman, “Di salên destpêkê de, asta berhemanînê gelekî nizm bû, ji ber wê demê bendav tijî av bûn. Wate çavkaniya me ya xwezayî ya pêwîst hebû lê di du salên borî de bi taybetî par, wate Çileya 2022an, asta berhemanînê gelekî bilind bûye, ji ber çendîn meh in di hişkesaliyê re derbas dibin.”
Îspanya li ser asta Ewropayê yekem û li ser asta cîhanê çarem welat e ku herî zêde ava deryayê şêrîn bike ku dike %5ê hemû ava şêrînkirî ya cîhanê.
800 santralên şêrînkirina ava deryayê yên wî welatî hene ku rojane 5 milyon metre-sêca ava şêrîn berhem tînin ku têra tijîkirina du hezar melevangehên olîmpîk dike, ji bo zelaltir be, beşa pêdiviya rojane ya 34 milyon kesan dike ku hejmara niştecihên welat 47 milyon e.
Ev hişkesalî ne yekem pirsgirêk e ku bestika Îspanyayê girtibe. Destpêkirina pêleke germê ji bakurê Efrîqayê, nehîşt Îspanî xweşiyê ji demsala biharê bibînin, wek çawa hişkesaliyê, axa Îspanyayê zer kir, germê jî Îspanî neçar kirin ku bi nîvrûtî berê xwe bidin peravan.
Her di meha Adarê de, li hinek cihan, pileya germê gihîşte çil pileyên sîlîzî. Germahiyeke ku bi hêsanî xwe li ber nagirî. Eger berê hilgirtina sîwan an şemsiyê mode û kultûr bûbe, niha ji bo gelek kesan bûye hevalekî neçarî.
Şepola germê her wiha bûye sedema şewitîna herî kêm 228 hezar donim daristan. Tişa agir jî neşewitandiye, gefeke mezin bi rê de ye ku ji bingeh ve hişk dike bibe biyaban.
Li gor Neteweyên Yekbûyî, nêzîka %70ê axa Îspanyayê ber bi wê yekê ve diçe bibe beyabanekî bê dar ê ziwa. Cîhan jî nikare bi dilekî xweş temaşeyî wê karesatê bike.
Sendîkaya Cotkarên Îspanyayê dibêje ji %60 axa çandiniyê ya wî welatî hindik maye ji ber bê baraniyê bixeniqe, di demekê de ku ew welat mezintirîn hinardekarê zeyta zeytûnên cîhanê û çavkaniya serekî ya fêkî û şînkahiyê Ewropayê ye.
Welatiyê Îspanyayê Ricardo Cobos Lopez got, “Em gelekî pişta xwe bi darên zeytûnan û çêkirina zeytê ve girêdidin; loma eger av negihêje axê, karesata aborî çêdibe.”
Îspanî asta metirsiyê fam dikin, li vê derê li Andalusia duaya barîna baranê dikin lê heta niha duayên wan nehatine qebûlkirin û deriyê esman bi ser wan de nehatiye vekirin.