Nêzîkî 160 rêxistinên Sûriyê li Parîsê Platforma Medeniye ava kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîs a paytexta Fransayê nêzîkî 160 rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl ên Sûrî civiyan û Platforma Medeniye, (Sivîl) ava kirin. Di daxuyaniyekê de, platformê tekezî li ser rola civaka sivîl a di warê siyasî de kir.
Di civînên Platforma Medeniye de, nûnerên hin welatan û çend serkirdeyên opozisyona Sûriyê jî, di nav wan de Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs beşdar bûn.
Li Parîs a Fransayê hejmarek rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl ên Sûrê Platforma Medeniye ragihandin. Nêzî 160 rêxistin, komele û saziyên civaka sivîl herdu rojên 5 û 6ê Hezîranê civiyan û Platforma Medeniye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya piştî bidawîhatina civînan, tekezî li ser çend xalan hatiye kirin; Rola civaka sivîl di derbirîna siyasî de hebe, yekparçeyiya Sûriyê û sebxwebûna wê parastî bin, Sûriye Dewleta hevwelatîbûna yeksan be, çareserî li ser bingeha biryarên navdewletî be, redkirina asayîkirina peywendiyan li gel rejîma Sûriyê, parastina penaberên Sûrî ji dersînorkirina zorane.
Endamê kongreya Platforma Medeniye Macid Dawê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Endamê Kongreya Platformê Macid Dawê got, “Ev civatek e ji bo yekbûna civaka sivîl li seranserî Sûriyê û ji bo rola civaka sivîl di biryara siyasî ya Sûriyê de xurttir bike. Zêdetirî 160 dezgeh û nûnerên civaka sivîl ji Rojava û rojhilatê Sûriyê amade bûn hinek ji Beyrûd û Herêma Kurdistanê jî hebûn. Nûnerên welatên Rojava amade bûn.”
Di civînên Platformê de, nûnerên hin welatan û çend serkirdeyên opozisyona Sûriyê jî ku di nav wan de Serokê Desteya Danûstandinê Bedir Camûs jî hebû beşdar bûn.
Tevî ku Serokê Encûmena Rêveberina Platforma Medeniye Eymen Esferî ku karsazekî Sûrî-Brîtanî ye, red kiribû ku ev laşekî siyasî nû be lê gelek aliyên siyasî vê kongreyê wek destpêka dirustkirina platformeke siyasî ya nû dihejmêrin.