Pêngaveke nû ji bo vekirina deriyê Til Koçer

09-06-2021
RÛDAW
Hejmarek endamên Kongresa Amerîkî ji bo vekirina deriyê Til Koçerê ketine tevgere
Hejmarek endamên Kongresa Amerîkî ji bo vekirina deriyê Til Koçerê ketine tevgere
Nîşan Til Koçer Rojavayê Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek endamên Kongresa Amerîkî ji hikûmeta welatê xwe dixwazin hewl bide deriyê sînorî yê di navberta Rojavayê Kurdistanê û Iraqê Til Koçerê li pêş alîkariyên mirovî bê vekirin. Kongresmanên Demokrat û Komarî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re şandin û jê xwestin ku dosyaya Sûriyê bike ewlewiyeta karê xwe yê dîplomasî.

Li nav Kongresa Amerîkayê, yasadanerên Demokrat û Komarî daxwazê li hikûmeta welatê xwe dikin ku dosyaya Sûriyê bike yek ji pêşdestî, anku ewlewiyetên siyaseta Amerîkayê.

Di nameyekê de hejmareke endamên Kongresa Amerîkî, ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, vê daxwazê bi çend xalan pêşkêş dikin.

Di nameya hevbeş de ku herdu Senatorê Demokrat, Bob Menendez û Gregory Meeks û herdu senatorên Komarî, James Risch û Michael McCaul li ser îmze kirin, tekezî li ser “Cîbicîkirina biryara 2254 take çaresî ye bo kirîza Sûriyê. Vekirina Deriyên Til koçer û Bab el Selam ji bo gihandina alîkariyên mirovî” hate kirin.

Li gorî nameyê, di navbera Çile û Gulana 2020ê de, tenê %31 ji saziyên tendirustî li bakurê rojhilatê Sûriyê alîkarî wergirtine. Divê cezayên Amerîkayê bi tundî û rijdî bê cîbicîkirin. Divê Amerîka rûbirûyê hilmeta asayîkirina pêwendiyan ligel hikûmeta Sûriyê bibe.

Lêkoler û pisporê siyaseta Amerîka ya derbarê Sûriyê de Sîrwan Qico ku li Washington dimîne, di vê derbarê de, ji Rûdawê re axivî: “Niha di nav rêveberiya Amerîkayê de dengeke zelal û eşkere heye ku divê bêyî bi biryara  hejmara 2533 ti çareseriyekê siyasê neyê cîbicîkirin. Li Kongresa Amerîkî du deng ji bo krîza Sûrî hene. Yek dibêje krîz dirêj bûye divê her bi çi awayî be were çareserkirin. Dengê duyem jî ew e ku dibêje Beşar Esed bûye sedema koçberbûna xelkê Sûriyê û lewma divê biryara hejmara 2533 were cîbicîkirin.”

Lêkoler Qico her weha got, Amerîka siyaseta xwe bi aliyên pêwendîdarî kirîza Sûriyê re gotûbêj dike.

Ev hewlên kongresmanên Amerîkî beriya civîna Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa mirovî li Sûriyê tên.

Biryar e ew civîn piştî 10ê Tîrmehê bê lidarxistina da ku biryara hejmara 2533 ji bo gihandina alîkariyên mirovî bê nûkirin, û tê pêşbînîkirin ku Amerîka û hevalbendên xwe fişar bikin da ku Rûsya veto careke din bi kar neyine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst