Moskow: Qedexeya çûn û hatinê tê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna 2 mehan, qedexeya çûn û hatinê li Moskowê tê rakirin û li vî bajarî jiyan normal dibe.

Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku ji roja Sêşemê ve tedbîrên rûbirûbûna Koronayê li bajarê xwe kêm dikin û qedexeya çûn û hatinê radikin.

Êdî bo çûn û hatinê pêdiviya akinciyên Moskowê bi wergirtina mohleta elektronîk nabe, niha dikarin bi awayekî azad biçin ser karên xwe û herwiha otomobîl, metro û otobûsên giştî bikar bînin. Hevdem berber û kuafor tên vekirin, lê kafe û xwaringeh hefteya bê tên vekirin.

Rakirina qedexeya çûn û hatinê li Moskowê di demekê de ye ku bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê û rêgirtin li zêdetir belavbûna wê, di dawiya Adara îsal de Şaredariya Moskowê qedexeya çûn û hatinê li bajêr ragihand û bazar û cihên giştî girtin.

Heta niha li Rûsyayê 476 hezar û 887 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 37 hezar û 312 kesan canê xwe ji dest dane û 325 hezar û 602 kes jî baş bûne.