Encamên hilbijartinên Brîtanyayê tên ragihandin

09-06-2017
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Hilbijartin Theresa May
A+ A-

London (Rûdaw) – Di çarçoveya hilbijartinên pêşwext ên Brîtanyayê de encamên piraniya kursiyan hatine ragihandin. Li gorî encamên destpêkê partiya desthilatdar, an ku Partiya Parêzgaran a Serokwezîr Theresa May li pêş e lê ji bo pêkanîna hikûmetê, nekariya dengên têr werbigre.

 

Gelê Brîtanyayê di bin siya êrîşên terorê de çûne ser sindoqan. Li welat duh hilbijartinên pêşwext ên giştî hatine kirin.

 

Li gorî encamên cudakirina dengan, bi giştî ji 650 kursiyên parlamentoyê, encamên 642 kursiyan zelal bûn. Heta niha Partiya Parêzgaran 313, Partiya Karkeran jî 260 kursî bidestxistine.

 

Partiya Nîştîmanî ya Skotlendê 34 kursî , Partiya Lîberal Demokratan 12 kursî, Partiya Yekîtiya Demokratan 10 kursî û Partiya Keskan jî kursiyek bidestxistine.

 

Li gorî encaman partiya desthilata a Parêzgaran, li gorî encamên berî 12 kursî wenda kirine. Li hember vê Partiya Karkeran 29 kursî zêde kirine.

 

Partiya Nîştîmanî ya Skotlendê 21 kursî wenda kirine û Partiya Lîberal Demokratan jî 5 kursî zêde kirine.

 

Ji bo li Brîtanya partiyek bibe desthilat, pêwîste 326 kursiyan bidest bixe. Li gorî van encaman Partiya Parêzgaran a Serokwezîr Theresa May nikare bi serê xwe bibe desthilat. Herwiha Partiya Karkeran û ya Lîberal Demokratan jî xwe nêzîkî kualîsyonê nakin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst