Putîn: Serbazên me di şerê cîhanî de berevanî li Moskow, Kyiv û Minskê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ragihand ku serbazên wan di şerê berevanî li Moskow, Leningrad, Kyiv û Minskê kirin.

Li Rûsyayê 77emîn salvegera serkeftina artêşa Yekîtiya Sovyetê ye bi ser Almanyayê de hat pîrozkirin.

Li paytextê Rûsyayê bajarê Moskowayê di çarçoveya 9ê Gulanê Roja Serkeftinê de li Qada Sor a dîrokî merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, Serokwezîrê Rûsyayê Mixaîl Mişustin, endamên kabîneyê, parlamenter, xaziyên û hejmarek nûnerên welatên biyanî jî amade bûn.

Bi hezaran serbazên Rûsî bi bêdengî rûyên wan li Fermandarê Giştî yê hêzên serbazî yê wî welatî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bû.

Putin rêzê bo fermandar û efserên dêrîn ên welatê xwe pêşan da û Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Shuygo bi otomobîla Rûsî corê Eorus hat meydanê. Yekîneyên serbazî yên cuda silav kir, piştre çû pêş Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar ên welatê xwe.

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsdyayê Sergey Shuygo got: “Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar ên Rûsyaya Federal, bi helkefta 77emîn salvegera serkeftinê di cenga mezin a niştîmanî de, hêzên me amade ne bo nimayîşê."

Berî destpêkirina nimayîşa serbazî, Putin gotareke kurt pêşkêş kir.

Serokê Rûsyaya Vladimir Putin got: “Bi helkefta roja serkeftina mezin, ez pîrozbahiyê li we dikim. Biryara berevaniya li niştîman, herdem pîroz bû. Bi vî hestê niştîmanperwer em serbazên xwe di cenga duyem a cîhanî de bibîr tînin, ku berevanî li Moskow, Leningrad, Kyiv û Minskê kirin, niha jî ew serbaz di bîra me de ne, ku di van rojan de berevaniyê li gelê Donbasê û asayîşa niştîmanî ya Rûsyayê dikin.”

Shuygo fermana amadebûna hêzan derxist, bi sirûdên serbazî nimayîşê destpê kir.

11 Hezar serbaz bi ser 100 grûpan de hatine daberşkirin. Xwendekarên akademiya serbazî, akademiya teknîkî ya hêzên bejayî yên Rûsyayê, akademiya berevaniyê ya asmanî ya Rûsyayê, bihêztirîn sîstema berevevaniya asmanî S-400 xistin meydanê. Mûşeka parzemîn birr a ji deng bileztir di meydanê re derbas bû, tankên pêşketî corên T-14 Armata, bala zêdeyî 10 hezar amadebûyên nimayîşê kişandin.