RAPORTEKE NÛ – ‘Efserên Kurd beşdarî operasyona kuştina Qasim Sulêymanî bûn’

09-05-2021
RÛDAW
Nîşan Qasim Sulêymanî Amerîka Dijeterora Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Malpera Yahoonewsê di raporteke taybet de behsa hûgiliyên kuştina fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî dike û dibêje rola dijî terorê ya di operasyona kuştina Sulêymanî de hebûye, lê Ajansa Dijeterorê red dike ku destê wê di kuştina Qasim Suleymanî de hebe.

Li gorî rapora Malpera Yahoonewsê ku agahiyên 15 rayedarên berê û niha yên Amerîkayê hatine wergirtin, operasyon bi beşdariya sê tîmên "Delta" yên hêzên taybet ên Amerîka, 3 dronan, bi alîkariya Îsraîl û endamên DijeTerorê  ve hatiye encamdan.

Di beşeke din ya raportê de dibêje: "Di Çileya sala 2020an de sê hêzên Delta bi nehênî û kamerayên xwe li cihên cuda yên balafirxaneya Bexdayê ew der xistin bin çavdêriya xwe û li bendê man ku armanca wan pêk bînin ku ew jî fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî bû. Wan xwe weke karmendên firokeyê nîşan dabûn û cilûbergên karmendan jî li xwe kiribûm û xwe li ber Sulêymanî amade kiribûn.”

Wek ku di raportê de hatiye belav kirin, Amerîkiya ragihandinibû, ku quncika başûrê rojhilata firokexaneyê ji bo perwerdeya leşkerî hat girtin – yan jî bi kêmanî wan ji hukûmeta Iraqê re gotibûn Sê tîmên nîşanvanan 500 heta 700 metir dûrî cihê kuştinê hatibûn bicîh kirin, heman kolan ku dikeve nav firokexaneyê nevdewletî ya Bexdayê û yek ji nîşanvanan bi dûrbûna çavdêriyê ya kamera, rasterast dîmen ji Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê re vediguhast ku Fermandarê Hêzên Delta li wir bû.

Di raporê de hate destnîşankirin, hêzên Deta ne tenê bû û di heman demê de endamekî Dijeterora Herêma Kurdistanê bi “CTG”  hevkarî bi wan re kiriye.

Herwiha li gor raportê balafira ji Şamê rabûye çend saetan dereng maye û piştî nîvê şevê roja 3yê Çileya 2020an li balafirxaneya Bexdayê daniye û dema Qasim Suleymanî gihîştiye Bexdayê endamên Dijetrorê xwe wek karmendên veguhastina çenteyan nîşan dane û ji nêzîk ve hebûna Sulêymanî piştrast kirine.

Qasim Sulêymanî dema digihêje balafirxaneyê, li wê derê ew hevalên xwe li du otomobîlan siwar bûn û ber bi devera kuştinê ve diçûn, cîhekî ku nîşangiriên Hêzên Delta li bendê bûn.

Dema her du otomobîl derbasî cihê kuştinê bûn, operatorên drone li wan otomobîlan reşandine û du roketên ji cureya "Hellfire" li otomobîla Sulêymanî ketin û ew wêran kir .

Li gor raportê ku li ser zarê berpirsekî Amerîkî aşkere kiriye, rola Dijetrorê sereke bû, berî bûyerê amadekariyên hûr kirine. Ji bo vî karî, pêwîstiya wan bi plana gelekî hûr ya şandina leşker û şarezayên leşkerî hebû û Suleymanî di heyama 6 saetan a geşta xwe de sê caran telefona xwe guhert. Li Tilebîbê Fermandariya Taybet ê Operasyonên Hevpar a Amerîkayê  ji bo şopandina telefonên Sulêymanî ligel hevtayên xwe yên Îsraîlê re hevkar bûn. Îsraîliyên ku hejmarên telefonên Sulêymanî di dest de bûn hevkarên xwe yên Amerîkî agahdar dikirin û ew jî ketin li pey Sûleymanî.

Ji aliyê din ve Saziya Dije Terorê daxuyaniyek belav kiriye û ret dike ku destê wan di kuştina Qasim Suleymanî de hebe. 

Di daxuyaniya Dije Terorê de hatiye, Raporek hatiye belavkirin û dije terorê tohmetbar dikin ku destê wê di terorkirina General Qasim Suleymanî de heye,  Ev dibe  bi hemû awayekê haydarbûn û beşdarbûna hêzên xwe di vê operasyonê de ret dikin. 

Dije Teror dibêje ku bi kuştina Suleymanî  YNK hevalekî Mam Celal ji dest da û dibêje wan di serdemekê de di heman çeperan de ku Qasim Suleymanî têde bûye şerê terorê kirine û dibêje ew amade ne ku bersiva pirsên komîteya taybet bi lêkolînên li ser kuştina Qasim Suleymanî bidin  

Ajansa Dijterorê dibêje: "Şeva 8/9-5-2021 raportek belav bû ku tê de bi şeweyekê nezelal tohmeta beşdarbûna di operasyona kuştina general Qasim Sulêymanî de dixin li ser hin efserên Kurd û li cîhekî din navê hêzekî Dijeterorê ya Herêma Kurdistanê derbas dibe, bi rastî em nizanin ku mebesta nivîskarên raportê ji kîjan hêza Dijeterorê li Kurdistanê ye,  ji ber ku mixabin niha wek eşkere du hêzên pêşmerge, du hêzên ewlekarî, du îstixbarat û du hêzên dijî terorê li Herêma Kurdistanê hene. Lê ew peywendî bi me wek hêza Dijeterorê hebe, bi hemû awayan agahdarbûn û beşdarbûna hêza xwe red dikin.”

Di beşeke din a daxuyniyê de tê gotin: “General Qasim Sûleymanî hevalê Mam Celal ê rehmetî bû. Diyar e ku bi kuştina rêberekî di vê astê de Herêma Kurdistanê dostê xwe yê dîrokî wenda kiriye û YNKê hevalekî Mam Celal wenda kiriye."

Fermandarê berê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, roja 3ê çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst