Eşq û evîna Serokê Fransayê bûye beniştê ser zimanan

09-05-2017
Rekar Aziz
Emmanuel û Brigitte Macron
Emmanuel û Brigitte Macron
Nîşan Emmanuel Macron Fransa Brigitte Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dema Emmanuel Macron weke serokê nû yê Fransayê hatehilbijartin, bala hemû kesan çû ser hevjîna wî. Macron di temenê 15 salî de, dema xwendekarê dibistana navendî bûye, ji mamasteya xwe Brigitte Macron xwestiye, ku bi hevre senaryoya drameyekî binivîsin. Êdî bi wê senaryoyê çîroka xoşevîstiya herukan dest pê kiriye.

 

Dayik û bavên Emmanuel Macron li dijî hezkirina kurê xwe bûne. Ji bo wan ji hev cuda bikin, Emmanuel şandine dibistaneke din. Lê hemû hewldanên wan bêhude û bê encam bûye.

 

Emmanuel ji evîna xwe Brigitte re gotiye; “Ezê rojekê vegerim û ligel te bizewicim.” Dema Emmanuel bûye 30 salî jî ev soza xwe bicîh aniye.

 

Niha Emmanuel Macron 39 salî ye û hevjîna wî Brigitte jî 64 salî ye. Cudahiya temenê di navbera wan de 25 sal e.

 

Emmanuel Macron xeyal nedikir, ku dê rojekî bibe Serokê Fransayê, herwiha Brigitte jî nedizanî, ku dê rojek were ew bibe xanima yekem a welatê xwe.

 

Brigitte Auzière, li Dibistana Navendî ya Katolîkî mamostaya wejeyê bûye. Emmanuel jî li hemen dibistanê xwendiye.

 

Rojekê Emmanuel ji mamstaya xwe daxwaz kiriye, ku bi hevre senaryoya şanoyekê binivîsin. Brigitte razî dibe û ev biryar dibe sedema destpêkirina çîroka evînekê.

 

Brigitte berî ligel zilamekî din zewiciye. 3 zarokên wê ji wî zilamî hene, ku tê gotin yek ji wan ji Emmanuel mezintir e û yek jî hevalê wî yê dibistanê bûye.

 

Lê paşî Brigitte ji hevjînê xwe cihê dibe. Niha ev cihêbûn û hevjîniya herdu xoşevîstan, bûye mijara gotegotên germ ên kolanên Fransayê. Beşek ji hemwelatiyên Fransayê guh nadin van gotegotan û dibêjin, bila rewşa aborî û ewlekariyê baş be, bes e.  

 

Şarezayê siyaseta navdewletî Domînîk Moys hevjîniya Emmanuel û Brigitte weke nexweşik lê îstîsna binav dike û dibêje; “Ev lûtkeya lixwebawerbûnê ye. Kesekî weke Emmanuel Macron diçe û jineke di vê temenê de razî dike. Ev jin di temenê dayika wî de ye, 3 zarokên wê heye. Ev tişteke pir kêm û îstîsna ye.”

 

Ti zarokên Macron û hevjîna wî nînin. Lê Macron bi şanazî her sê zarokên Brigitte girtine ser navê xwe û dibêje; “Em malbateke bi coş û xiroş in.”

 

Roja 7ê Gulana 2017ê, di hilbijartina serokatiya Fransayê de Emmanuel Macron ji sedî 65.9ê dengan bi dest xist û bû serokê nû yê Fransayê.

 

Macron dê bo dema 5 salan serokomarê Fransayê be. Macron 25mîn serokê Fransayê ye û di nava serokên wî welatî de, lawtirîn serok e ku temenê wî tenê 39 sal e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst