‘Vekişîn gaveke ji bo derketina PKKê ji lîsteya terorê’

09-05-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê karûbarên Koma Qeyrana Navdewletî (ICG) li Tirkiyê Huge Pope diyar kir ku vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyê gavek e ji bo derketina PKKê ji nav lîsteya “rêxistinên terorîst” a Amerîka.

 

Huge Pope di hevpeyvîneke taybet de digel Rûdawê, ragihand ku vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyê hewlek e ji bo ku PKK bibe rêxistineke siyasî.

 

Pope destnîşan kir ku PKK û dewleta Tirkiyê hemû rêkên tund û tûj ceribandine û serkeftî nebûne lê dema şer nemîne şansê serkeftinê zêde ye.

 

Nûnerê ICGê li Tirkiyê wiha axivî: “Tişta ku niha li Tirkiyê rû dide ew e ku PKK û BDP tevlihev dibin û ev jî tê wateya siyasîbûna PKKê û gavek e ji bo derketina PKKê ji lîsteya rêxistinên terorîst a Amerîka û Ewrûpa”.

 

Huge Pope her wiha ragihand ku dema pêvajoya çareseriyê nû dest pê kiribû hinek kesan bi guman lê dinêrîn û di wê baweriyê de bûn ku wek carên berê lê tê û ser nakeve û wiha anî ziman: “Lê xûya dike ku vê carê her du alî micid in, ji ber ku vekişîna PKKê dest pê kiriye û PKK ji çiyê tê dadikeve û ev jî şansê serkeftina pêvajoyê zêde dike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst