Hewlêr (Rûdaw) - Heyeteke DEM Partiyê çû Rûsyayê û li gel berpirsên Rûs banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gotûbêj dikin.
DEM Partiyê doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku heyete wan bi armanca ku "Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê di qada navneteweyî de gotûbêj bike çûye Rûsyayê.
DEM Partiyê da zanîn ku şandeya wê li gel hejmarek siyasetmedar berpirsên wî welatî rêzehevdîtin pêk anîne.
Alîkara Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê û Berpirsa Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay, Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Mehmet Ruştu Tiryaki, Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê Saruhan Oluç û Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di şandeya DEM Partiyê de beşdar in.
Şandeya DEM Partiyê, li Dumaya Rûsyayê ku baskê jêr ê Parlamentoya Rûsyayê ye, li gel endamên Komîteya Pêwendiyên Derve û Komîteya Siyasetên Herêmî û Rêveberiyên Herêmî bi cuda hevdîtin pêk anîn.
Di hevdîtinan de, bandorên herêmî û navneteweyî yên banga Ocalan, bipêşketinê dawî yên li Qafqasya û Rojhilata Navîn û rewşa Îraq û Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.
Her wiha, li ser modelên rêveberiyên herêmî yên li Rûsyayê jî gotûbêj hatin kirin û şandeyên her du aliyan li ser mijarê nerînên xwe pevguherîn.
Hevdîtin û civînên şanda DEM Partiyê yên li Rûsyayê dê heta 11ê Nîsanê berdewam bikin.
Dış İlişkiler Komisyonundan Sorumlu Eş Genel Başkan Yardımcımız Ebru Günay, Demokratik Yerel Yönetimler Kurulundan Sorumlu Eş Genel Başkan Yardımcımız Mehmet Rüştü Tiryaki, Ekonomi Komisyonu Eşsözcümüz Saruhan Oluç ve Grup Başkanvekilimiz Gülistan Kılıç Koçyiğit’ten oluşan… pic.twitter.com/5p3KEiMqd4
— DEM Parti (@DEMGenelMerkezi) April 8, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse