YE dest datîne ser mal û milkên sermayedarên Rûs

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bi buhayê 29,5 milyar euro mal û milkê hemwelatiyên Rûsya li Ewropayê ragirt.

Ji ber dagîrkirina axa Ukrayna heta niha gelek welatên Yekîtiya Ewropayê ceza û dorpêç li ser Rûsya û Belarus û hemwelatiyên wan danîne. Yekîtiya Ewropayê ragihandiye ku wan bi buhayê 29,5 milyar Euroyan milk û sermiyanê Rûsya û hemwelatiyên wê û Belarusya ragirtiye.

Yaxtên luks, helîkopterên taybet, xanî û koşk û tabloyên hunerî yên bi buhayê 6,7 milyar Euro jî di nava wan mal û milkan de ne.

Tê ragihandin ku hîna jî lêkolîn li ser mal û milkê hemwelatiyên Rûsya berdewam e û dibe ku di dema pêş de ev hejmara ragihandî zêdetir bibe.

Di vê navberê de Yekîtiya Ewropayê, pakêta pêncan a cezayên li ser Rûsya jî pesend kir ku kirîna komir û sotemeniya fosîlî ya hişk qedexe dike.

Konseya Ewropa dibêje, wan ev dorpêç piştî komkujiya li Bucha pesend kiriye.

Bi vî rengî dê ji Tebaxa îsal û pê ve komir û sotemeniya fosîlî ji Rûsya neyê kirîn û bo welatên Yekîtiya Ewropayê neyê hinardekirin ku berê salane welatên Ewropî 8 milyar Euro ji bo kirîna komirê didan Rûsya.

Bi heman rengî, dê derveyî berhemên çandinî û xorak, enerjî û alîkariya mirovî, destûrê nedin keştiyên Rûsî ku nêzîkî benderên Yekîtiya Ewropayê bibin.

Hikûmeta Japonya jî kirîna komira Rûsî ragirt û 8 rayedarên Rûsî jî ji welatê xwe derxistin.