Balyozê Myanmarê yê Brîtanyayê: Li Londonê jî derbe hat kirin

09-04-2021
RÛDAW
Nîşan Kyaw Zwar Minn Chit Win Dominic Raab Myanmar London
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Myanmarê yê li Londonê Kyaw Zwar Minn ragihand ku rêveberiya leşkerî dest daniye ser avahiya balyozxaneyê û rê bi wî nayê dayîn ku derbasî hindûr bibe.

Kyaw Zwar Minn li ser bûyerê ragihand ku hêza leşkerî ku li Myanmarê dest daniye ser rêveberiyê, rêveberiya balyozxaneyê jî kontrol kiriye û rê bi wî û karmendên din nayê dayîn ku biçin ser karên xwe.

Roja 1ê Sibata îsal artêşa Myanmarê dest danîbû ser desthilata welat û Kyaw Zwar Minn jî rexne li wê derbeya leşkerî û zindanîkirina siyasetmedaran girtibûn û daxwaz kiribû ew kesên hatine girtin bên berdan.

Kyaw Zwar Minn helwesta li hember xwe jî wek derbe binav kir û got, “Li naverasta Londonê derbe hat kirin.”

Herwiha Kyaw Zwar Minn meha derbasbûyî ji BBCyê re ragihandibû ku welatî wî “perçe” bûye û gotibû, “metirsiya derketina şerekî navxwe heye.”

Balyozê Myanmarê tometa xiyanetê jî red kiribû û tekez kiribû ku ew li hember aliyên li welat xwedî heman helwestê ye.

Li aliyê din hikûmeta Brîtanyayê jî piştî dawîn pêşhatan daxwaza zelalkirinekê ji rêveberiya Myanmarê kir ku statuya Kyaw Zwar Minn a li Londonê diyar bike.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab jî berî niha ji ber “wêrekî û niştimanperweriya” wî pesnê balyozê Myanmarê dabû.

Herwiha li gor nûçeya Reutersê jî Chit Win ku cîgirê Kyaw Zwar Minn bû ji aliyê rêveberiya Myanmarê ve wek balyozê wî welatî yê li Londonê hatiye erkdarkirin.

Li Myanmarê li dijî derbeya leşkerî xwepêşandanên berfireh birêve çûn û şer, pevçûn û alozî di navbera xwepêşander û hêzên emnî de rû dan.

Li gor dawîn zanyariyan heta niha di encama wan pevçûn û aloziyan de, zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmareke zêde ya xelkê sivîl birîndar bûne.

Li gel Kyaw Zwar Minn, xwepêşander jî daxwaz dikin ku Aung San Suu Kyi bê azadkirin ku di dawîn hilbijartinan de serketibû û rêveberî radestî kesên hilbijartî bê kirin.

Jibilî Aung San Suu Kyi ku daxwaza 14 sal cezayê zindanîkirinê bo wê tê kirin, hejmareke zêde ya siyasetmedaran hatine girtin û xwepêşander daxwaz dikin hemû ew kes bên berdan.

Artêşa Myanmarê jî ku bi derbeyê dest daniye ser rêveberiya welat, li seranserê Myanmarê rewşa awarte ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst