Cejna paskalyayê li Moskow hat pîrozkirin

Moskow (Rûdaw) - Cîhana Ortodoks, heftiyek piştî Katolîkan Cejna Paskalyayê pîroz dikin, ku cejna kirîstiyanan a herî sereke û ya herî giring e.

 

Agirê Pîroz ji bajarê Qudsê bi balafirekî taybet danê êvara Şemiyê digihêje Moskowê û pê re jî li  Katedrala Sereke, ayîna paskalyayê destpê dike.

 

Krîstiyanên Ortodoks beriya Roja Vejînê 40 roj parêz digrin û amadekariyên cejnê jî heftiyek berê dest pê dikin.

 

Cejna Paskalya 3mîn roja pişt çarmixkirina Hezretî Îsa, an ku bi boneyê Vejîna Îsa Mesîh, tê pîroz kirin. Ji xwe di zimanê rûsî de navê roja Yekşemê - Voskresenye, an ku roja Vejîn e.

 

Şêniyê Moskow Aleksandir Batalîn ji Rûdawê re wiha got: “Cejna Paskalyayê ji bo ortoksan û li tevahiya Rûsyayê xwedî giringiyeke mezin e. Ew cejneke germ û ronîdar e û li welatê me bi berfirehê tê pîrozkirin. Ji bo malbata me jî  cejneke ronîdar e û em bi malbatî hatine kiniseyê.”

 

Hemû kolan û meydanên Moskowê ji bo Cejna Pasklayayê hatine xemilandin. Gireseyeke qerebalix rijiyaye meydana sereke.

 

Waletiya bi navê Svetlana  jî got: “Duh ez û neviya min, em bi hev re çûn kinîseyê, em beşdarî ayînê bûn. Dûh Cejna Mizginiyê bû. Îro jî em ji sibê zû Paskalyayê pîroz dikin. Em li vê meydanê ketine cîhaneke çîrokî, paskalyaya ronîdar.”

 

Xelka Moskowê Larîsa  jî da zanîn ku duh wane kûlîçe çêkirine û got: “Paskalyayeke xweşik û rengareng xemilandin. Paşê em bi hev re çûn kirîse û kûlîçeya xwe dan pîrozîkirin. Vaye îro jî em pîrozbahiyê dikin.”

 

Li Kurdistanê Cejna Paskalyayê weke Cejna Hêka Sor tê zanîn. Lewre honandina hêkan di vê cejnê de nêrîteke kevnar e. Li meydana sereke ya Moskowê  jî fîgurên hêkan ên rengareng herî zêde balê dikşnin.

 

Welatî Mariya jî dibêje: “Hêk sembola zayîna jiyaneke nû ye. Dilê mirov dixwaze ku wan bi rengên curbicur bixemilîne. Ev nêrîta  meye.  Paşê em, wan hêkan di kiniseyê de didin pîrozîkirin. Îro roja hezkirin û dilovaniyê ye. Ruhê mirov şa dibe.”

 

Gelê rûs, bi giranî ortodoks in û piştî nemana îdeolojiya komunîzmê, giringiyeke mezin bi nêrîtên dînî didin. Yek ji wan nêrîtan jî Cejna Paskalya ye, ku bi coş û xiroşeke mezin tê pîrozdikin.  Lewre, roja Vejîna Îsa, weke cejna aştî û hezkirin û xêrxwaziyê tê binavkirin.