Daxuyaniya hevpar a civînên Tirkiye-Amerîkayê

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Civîna Mekanîzmaya Stratejîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Debarê Civîna Mekanîzmaya Stratejîk a ku di 7-8ê Adarê de li Amerîkayê bi beşdariya Hakan Fîdan û Antony Blinken hat lidarxistin daxuyaniya hevpar hat dayîn. 

Şandeyên Amerîka û Tirkiyeyê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken li Washingtonê civiyabûn.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniya hevpar a ku derbarê Mekanîzmaya Stratejîk a Tirkiye-Amerîkayê de hat kirin, weşand. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ku " Fîdan û Blinken li ser krîza mirovî ya li Xezeyê sekinîn û danûstandinên dîplomatîk nirxandin. 

Aliyan girîngiya (li Xezeyê) ji bo dawîlêanîna pevçûnan dîtina rêyekî û demildest çareserkirina krîza mirovî destnîşan kiri. "

“Têkoşîna Dijî Terorê” hat destpêkirin

Li gorî daxuyaniya Hakan Fîdan û Blinken "dubare kir ku divê dijî her cure terorîzmê û hewldanên wan têkoşîn bê dayîn" û ev agahî hat dayîn:

"Tirkiye û Amerîkayê dijî terorîzma ewlehiya wan a neteweyî tehdîd dikin da ku ji bo hevkariya xwe zêde bikin Îstişareyên Têkoşîna Dijî Terorê jinûva dan destpêkirin."

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Amerîka PKK, DHKP-C û DAIŞê ku “Tirkiye û berjewendiyên Tirkiyeyê hedef digirin şermezar dike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tirkiye û Amerîka biryardariya xwe ya hevpar a ji bo ku DAIŞ li Sûriye û Îraqê bi awayekî mayînde têk bibin dubare kirin û li ser hevkariya dijî tehdîda DAIŞ û El Qaîdeyê ya li Afrîka û Asyaya Navîn sekinîn."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Aliyan ragihand ku her du welat dê firsendên pêşxistina hevkariya pîşesaziyê binirxînin.

Aliyan car din teqez kir ku ji bo hevkariya aborî berfireh û kûr bikin girîngiya forumên dualî yên berdest pêş bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst