Kurdan li Moskowê Roja Jinan pîroz kir: ‘Mêr bê jin, jin jî bê mêr nabe!’

09-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Moskow Kurd Rûs
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Civata Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ji bo 8 Adarê Roja Jinan a Cîhanî ahengeke cejnane rêk xist. Dûrî ji wateya îdeolojîk a vê rojê tenê mîna Roja Jinan.

Xortên ji Rojavayê Kurdistanû hîn di serdema Yekîtiya Sovyetê de wekî xwendekar dihatin Rûsyayê û gelek ji wan piştî temamkirina zanîngehê venegeriyan.

Ahenga Roja Jinan ji aliyê nûnerên nifşa nû an ku ji aliyê ciwanan ve hatiye rêxistin.

Karsaz û rêkxerê ahengê Hoşeng Reşîd li ser ahengê got:

“Em li vir ji bo pîrozkirina Cejna Jinan kom bûne. Cejna Jinan li jinên cîhanê û Kurdistanê pîroz be.

Ji vir em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî. Pîroz be ji bo hemû Kurdistaniyan!”

“Divê em cil û bergên xwe ti carî winda nekin”

Aljîna ji bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman:

“Ez 2 sal in li vê derê me. Min pir hez kir ez îro cil û bergên Kurdî li xwe bikim. Ez dixwazim milet bibîne û ew jî mîna min li xwe bikin.

Gerek e em cil û bergên xwe ti carî winda nekin û vegerînin. 8 Adarê ez li tevayî jinên me li hemû dewletan, li Kurdistanê û li her derê pîroz dikim.”

Pîrozkirina 8 Adarê û pêşkêşkirina diyariyan ji bo jinan ji mêj ve bûye nerîteke mayînde li Rûsyayê.

Di vê rojê de her jinek herî kêm destegulekê wek diyarî werdigire.

“Mêr bê jin û jin jî bê mêr nabe”

Lorîna ji Efrînê jî hestên xwe anîn ziman:

“Îro rojeke pir xweş e. Rojeke ji me re ye. Em jin ne tenê zarokan mezin bikin. Em jin ji her tiştî re ne.

Em ji bajarên xwe re ne, ji malên xwe re ne, em ji zarokên xwe re ne, ji mêrên xwe re ne. Mêr bê jin nabe. Jin jî bê mêr nabe.”

Hêvîna xelka Efrînê jî got:

“Îro Roja Jinan e. Ez vê rojê li hemû jinan pîroz dikim. Em wekî jinên Kurd, li cem me tune ku em her sal kom bin û hevşayiyê bikin lê li Rûsyayê em her tim kom dibin, hev nas dikin.

Ji bo ku zarokên me hev nas bikin û şên bin. Ji hemû jinan re azadiyê dixwazim, serkeftinê dixwazim. Jin her serbilind be.”

Di nava Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê de malbatên tevlihev jî gelek in û jinên Rûs di nava wan malbatan de xwe wekî jinên Kurd dibînin.

Larîsaya Rûs a bûka Efrînê jî anî ziman:

“Îro Cejna Jinan e. Ez li jinan pîroz dikim. Li Kurmancan, li Rûsan. Jinên giştikan, bes ne tenê bajarê Moskowê, li hemûyan pîroz dikim.”

Vasîlînaya Rûs a bûka Kobaniyê jî hestên xwe anîn ziman û got:

“Îro mêrê min ez pîroz kirim. Ew Kurd e. Ji bo min 8 Adarê Cejna Evîn û Biharê ye û ji hemû jinan re bextewerî, tenduristî, evînê dixwazim. Bila mêrên wan, wan li ser destê xwe bigirin.”

Rûsya yekane dewlet e ku 8 Adarê Roja Navneteweyî ya Jinên Kedkar wekî roja betlaneyê hatiye ragihandin û pîrozkirina vê rojê li Moskowê ji bo jinên Kurd xwedî wateyeke girîng tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst