UNESCO daxwaza lêkolîna jehrîbûna xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dike

09-03-2023
RÛDAW
Nîşan UNESCO Jehrîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina perwerde, zanistî û çandî ya Neteweyên Yekbûyî UNESCO, nîgeraniya xwe li hember jehrîbûna bi hezaran xwendekarên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ragihand û daxwaza lêkolînê li ser vê bûyerê kir.

Roja Çarşemê UNESCOyê daxwaza lêkolîneke bilez li ser mijara jehîkirina bi hezaran xwendekaran li bajarên Îran û Rojhelatê Kurdistanê kir.

UNESCOyê li ser Twittera xwe  ragihand, ew daxwaza lêkolîneke hûr û bilez dike ji bo parastina xwendekaran.

Berpirsê rêxistina UNESCOyê Odrî Azwalî, derbarê jehrîbûna xwendekaran li Îranê ragihand, “Gelek nîgeran im ji wan raportan ku behsa jehrîbûna xwendekarên keç di dema 3 mehên borî li Îranê dikin, ev binpêkirina mafên wan e, divê bi silametî bixwînin.”

Zêdetirî 3 mehan e ku bi hezaran xwendekarên keç li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bi jehrê dikevin ev jî bûye sedema derketina nerazîbûnan di navbera mamostayên dibistanan û dayik û bavên xwendekaran.

Hikûmeta Îranê jî dibêje, wan 6 tawanbar girtine ku destê wan di bi jehrîkirina xwendekaran li dibistanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê da heye û Îran dibêje, berdewam dibin li ser lêkolîna bo vê mijarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst