Stoltenberg: Pêşveçûn di proseya endambûna Swêd û Finlandê de heye

Hewlêr (Rûdaw) - Çîroka endamtiya iwêd û Finlandayê ya di NATOyê de her berdewam e û heya niha ne Tirkiye razî bûye ku bibin endam û ne jî wan welatan daxwaziyên Tirkiyê bicîh kirine. Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg jî civînan li gel wan hersê aliyan encam dide da ku bigihin encameke dawiyê.

Herî dawiyê Stoltenberg çû Siwêdê û li wir got, dilgiraniyên rewa yên Tirkiyê hene û hevpeymanekî wan e ku herî zêde di şerê li dijî terorê de qurbanî dane, lê êdî dema wê yekê hatiye ku daxwaza Swêdê bê qebûlkirin û jixwe di vê proseyê de pêşveçûn jî hene.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got: “Nîgeraniyên rewa yên Tirkiyê hene û ti hevpeymanekî NATOyê hewqas qurbanî ji ber êrîşên terorîstî nedane. Em pêşwaziyê li pêngavên Swêdê yên di rûbirûbûna terorîzmê de dikin, di nav wan de jî PKK, ev jî bi rêya pêşkêşkirina proje-yasaya terorê û herwiha qayîmkirina hevahengiyê ligel Enqerê di warê rûbirûbûna terorê de. Dema wê hatiye daxwaza wê bê pesendkirin û di wê proseyê de jî pêşveçûn heye.”

Swêd dibêje, ji endambûna NATOyê re amade ye û tişta li ser e cîbicîh kiriye.

Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî got: “Swêd bi tevahî amade ye biçe rêza NATOyê, piştî pesendkirina Hungarya û Tirkiyê û bo wê armancê jî, Swêdê heman gavên wek Finlandê avêtine û bi heman lezê jî.”

Wek peyama wan a dawî bo desthilatdarên Swêdê, Enqere tekez dike ku eger Swêd mercên wan cîbicîh bike, ew jî deriyê endambûna NATOyê bo wê vedikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî got: “Heta Swêd bileztir gavan biavêje baştir e û em jî dikarin baştir parlamentoya xwe razî bikin, bi watayeke din, eger wan pêngavan parlamento û gelê me razî kirin wê demê em jî amade ne gavên diyarkirî biavêjin.”

Swêd û Finlanda ji Gulana 2022an ve daxwaz kirine bibin endamê NATOyê, ji 30 endamên NATOyê 28ê wan daxwaza wan qebûl kiriye, tenê Tirkiye û Hungarya mane daxwaza wan îmze bikin. Sekreterê Giştî yê NATOyê li bendê ye hefteya bê Hungarya jî daxwaza Swêd û Finlandê pesend bike.