Proje-biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hat redkirin

09-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Proje-biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê di dema şeş mehan de bi piraniya dengan li nav Encûmena Nûneran a Amerîkayê hat redkirin. Şeva borî endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê civiyan daku biryarê li ser vekişîn an mana hêzên wan li Sûriyê di dema 6 mehan de bidin.

Proje-biryar bi 321 dengên na û 103 dengê erê hat redkirin, ev jî tê wê wateyê ku nêzîka 900 serbazên Amerîkayê heta demeke nediyar li Sûriyê dimînin. Proje ji aliyê Matt Gaetz ê Komarî ve hatibû amadekirin, 56 Demokrat û 47 Komariyan piştgirî danê, lê 150 Demokrat û 171 Komarî li dijî rawestiyan.

Matt Gaetz ji ber redkirina biryarê aciz bû û got: “Hêzên Amerîkayê li Sûriyê di nav agirê şer de mane asê û ketina navbera çendîn hêzên biyanî, herwiha tu asoyeke zelal jî nîne operasyonên dijî DAIŞê wiha zû bi dawî bibin.” Herwiha diyar kir ku çekdarên DAIŞê ne gefên ciddî ne bo ser Amerîkayê, lewra divê serbazên wan vekişin.

Matt Gaetz li ser van axafinan rûbirûyê rexne û têbîniyan bû, yên ku li ser mana hêzên Amerîkayê li Sûriyê bûn gotin, vekişîna hêzên wan gefê li ser Amerîkayê çêdike û rê bo grûpên terorîst xweş dike daku xwe organîze bikin û bihêz bibin.

Gregory Meeks ê Komarî li Encûmena Nûneran a Amerîkayê got, herçiqas ew piştgiriyê li mana daîmî ya hêzên wan li Sûriyê nake, lê hê bo proje-biryarê zû ye û vekişîn dikeve qalibê ku pişta xwe bidin hevbeşên xwe.

Serbarên Amerîkayê ku piranî li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rahênan û şêwrê didin şervanan, li dijî DAIŞê operasyonan jî dikin.

Ev nîqaş û gotûbêja li Encûmena Nûneran di demekê de ye, 4ê Adara îsal Serokerkanê Wilayetên Yekbûyî yê Amerîkayê Mark Milley, bi serdaneke ji nişka ve gehişte Rojavayê Kurdistanê daku rewşê binirxîne ka çiqasî pêwîst e hêzên wan li Sûriyê bimînin. Mark Milley got, ew gef û metirsiyên li Sûriyê hene, têrê dikin ku hêzên wan li wî welatî bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst