Amerîka du bataryayên Patriot dişîne Polandayê

09-03-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Poland Patriot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Artêşa Amerîkayê ya li Ewropayê eşkere kir ku ew dê du bataryayên berevaniya esmanî Patriot bişînin Polanda û armanc jî tenê bo xweparastinê ye û ti armanceke wê ya êrişkirinê nîne.

Fermandariya Amerîkayê ya li Ewropayê bi daxwiyaniyeke nivîskî ragihand ku, fermandarê wan yê Ewropayê General Tod Wolters ferman daye du bataryayên Patriot ên berevaniya esmanî bişînin Polandayê.

Di daxwiyaniyê de tê gotin ku li ser daxwaza Polandayê û fermana General Wolters dê du bataryayên Patriot ên ku li Fermandariya Afrîkayê bûn derbasî Polandayê bên kirin û li wir bên bicîhkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku bicîhkirina van bataryayan tenê bo xweparastinê û ne bo êrîşkirinê ye.

Şandina sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî ya Patriot bo Polandayê ji aliyê Amerîkayê ve di demekê de ye ku êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro derbasî roja xwe ya 14an bûye û hêj ti asoyeke zelal ji bo agirbesteke daîmî yan dawîbûna şer nayê dîtin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst