Qedrî Cemîl mijarên Cinêv 5ê diyar dike

Moskow (Rûdaw) - Amadekirina Destûra nû ya Sûriyeyê, damezrîna hikumeteke nû, amadekariya hilibijartinan û şerê li dijî terorê, Endamê Platforma Moskow a Dijbereya Sûrî Qedrî Cemîl piştrast kir ku ev 4 mijarên sereke yên rojeva Cenev 5ê bin.

 

Qedrî Cemîl da zanîn ku her çar mijar dê bi awayekî paralel bêne gengeşîkirin. Lê ew ne bi bawer e ku di Cenev-5ê de otonomiya kurdan bibe mijara gotûbêjan.

 

Endamê platforma Moskow a dijbereya Sûrî Qedrî Cemîl ji Rûdawê re wiha got: "Projeya Destûra Sûrî, ku ji aliya Moskowê ve hatiye pêşniyazkirin, mirov dikare wek lîsteyeke hizran binav bike. Dema ku li ser bîryara Civata Ewlekarî ya 2254 dê Lîjneya Destûrê bê sazkirin, ew pêşniyaz dê nayê gotûbêjkirin. Tê de projeya ku ew lîjne bi xwe amade bike, dê bê gotûbêjkirin. "

 

Bêdengiya nûnerên rûs ên li Cenev 4ê jî, ti hêviyan neda, ku ewê pêşniyaza xwe ya Destûra Sûrî têxin rojeva Cenv-5ê. Jixwe senator Kosaçev jî amaje dike, ew pêşniyaz bi tenê handanek bû.

 

Serokê Lîjneya Karûbarên Navnetewyî ya Senatoya Rûsyayê Konstantîn Kosaçev jî got: "Armanca me ya pêşkêşkirina projeya Rûsyayê ew bû ku, careke din em han bidin proseya çareseriya qeyrana Sûrî. Em bi ti awayî hewil nadin ku nêrîna xwe ya li ser çawaniya Dstûra Sûrî û dahatûya Sûrî li ser gelê Sûrî ferz bikin. Ev yek tenê mafê gelê Sûrî bi xwe ye. Me tenê xwest ku vê proseyê proveke bikin. Lê, careke din dubare dikim, di nava proseya gengeşîkirina navxweyî ya reformkirina Destûra Sûrî de. Û me karî ku vê yekê pêk bînin. "

 

Moskow cara pêşîn di yekemîn hevdîtinên Astanê de projeyeya Destûra Sûrî aşkere kiribû, ku tê de ji bo kurdan otonomî dihat pêşniyazkirin. Û bi fermî rastî ti dijberiyeke cidî nehatibû.