Hilbijartinên Amerîka – Kurd piştgiriya kîjan partiyê dikin: Komarî yan Demokrat?

Washington (Rûdaw) – Hevrikî û xebatên hilbijartinên serokatiya Amerîka didomin. Tê gotin ku kurdên Amerîka dixwazin namzedekî Komarî bibe Serokê Amerîka.

 

Hevrikiyên hilbijartinan li Amerîka di navbera namzedên du partiyan de, Partiya Komarî û Partiya Demokrat de tê kirin.

 

Li Amerîka, beriya hilbijartinên giştî, hilbijartinên nav partiyan tê kirin û her partiyek namzedekê destnîşan dike ji bo hilbijartinên giştî.

 

Ji bo hilbijartinên îsal jî, ku meha Mijdarê tê lidarxistin, di nav Demokratan de hevrikî di navbera Hîllary Clînton û Bernie Sanders de tê kirin. Di nav Komariyan de jî Donald Trump û Ted Cruz hevrikiyê dikin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah ragihand, duh li eyaletên Mîşîgan û Mîsîsîpî, Hîllary Clînton li hember hevrikê xwe Bernie Sanders bin ket lê Donald Trump li hember hevrikê xwe Ted Crus bi ser ket.

 

Nmao Ebdullah derheqê Bernie Sanders de jî agahî da û got, Sanders senator bûye û li Amerîka wek mirovekî sosyalîst tê nasîn. Di propagandeyên xwe de behsa wê yekê dike ku dema bû serok dê sîstema tenduristiyê ya Amerîka biguherîne û xizmetguzariyan bê pere pêşkêşî welatiyan bike, her wiha dixwaze zanîngehan jî bike bê pere…

 

Peyamnêrê Rûdawê di bersiva vê pirsê de ku kîjan ji wan namzedan, eger bû Serokê Amerîka, dê ji bo kurdan baş be? got, namzedên Komariyan bi taybet Ted Cruz dibêje divê Amerîka yekser çekan bide Pêşmerge ne bi rêya hikûmeta Iraqê re. Eger helwesta xwe neguherîne ji bo kurdan baş e. Lê namzedên Demokratan zêde behsa alîkariya kurdan nakin.

 

Namo Ebdullah di bersiva vê pirsê de jî ku kurdên Amerîka dê deng bidin kê, got, tê gotin ku derdora 50 hezar kurd li Amerîka hene, ew jî piranî li eyaleta Tennessee ne. Ez bawer nakim bandoreke wan li ser hilbijartinên Amerîka li wê deverê hebe. Lê li gorî ku pisporên kurd dibêjin, kurd hez dikin yekî Komarî bibe Serokê Amerîka…