Li Almanyayê SPD daxwaz dike ku sîstema sîgortayê bê sererastkirin

09-02-2019
Zinar Şîno
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Almanya SPD Sîgorta
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Li Almanyayê cudahiya çînên civakê derbarê wergirtina mûçeyê de li gor cografya, bû sedema nerazîbûna beşek ji xelkê wî welatî.

 

Partiya Sosyal Demokrat a Almanya (SPD) ji bo kêmkirina nerazîbûna xelkê, pêşniyarek amade kiriye, daku li parlementoyê sîstema sosyal û sîgortayê were sererastkirin.

 

Parlementerê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Josef Newmanin ji bo sala 2025an pêşniyarek amade kiriye ji bo ku kesên temen mezin bikaribin piştî bê kar dimînin, zêdetirî 2 salan alîkariyê werbigrin.

 

Josef Newmanin ji Rûdawê re ragihand: “Siyaseta civakî û sîgortayê ew e ku xelk jê fêm bike û ew tişt bi ajendaya 20, 30 û 40 yan 50 bi nav bibe, ji bo xelkê giring nîne lê ya giring ji bo mirovan ew e ku çi ji wan re tê. Divê em ji bo vê yekê bixebitin ku yekbûna civakê kar bike û xelk hest pê bike ku ev welat min li holê nahêle dema ku piştî demeke dirêj ji karkirinê ez bêkar dimînin, lewma gelek giring e baca ku dewletê wergirtiye di wan sîsteman de xerc bike ku di siberojê de xelk bikaribin di sîstema civakî û sîgortayê de bijîn.”

 

Ajendaya sala 2025an ku ji aliyê Seroka Partiya Sosyal Demokratan Andrea Nahles ve hatiye pêşkêşkirin wiha ye:

 

1-  Dema alîkariya kesên ku di temenê xwe yê ser 50 saliyê de bêkar dimînin, heta 33 mehan were dirêjkirin.

2- Alîkariya civakî were sererastkirin.

3- Piştî 3 mehan ji bêkarmayînê, kesên bêkar tevlî kursên rahênan û  hînkirinê bibin

 

Partiya Alternatîf a Almanyayê (AFD) ku gelek caran weke rastgir û populîst tê naskirin, helwesteke wê ya cuda heye.

 

Parlementerê AFDê Martin Vincentz diyar kir: “Em heman tiştên Sosyal Demokratan naxwazin bicî bikin, ew dixwazin wan kesan xelat bikin ku kar nakin, ew nerîn li cem mirov çê dibe ku kêmtir partiya kesên karker û zêdetir bûye partiya kesên kar nekin. Em pişitgîriya wê yekê dikin ku bacê ji malbatên texên navendî re kêm bikin, ew jî bi rêya baca dahatê.”

 

Almanya ji aliyê aborî ve welatê herî bihêz ê Yekîtiya Ewropayê ye. Her roj 44 milyon û 820 hezar kes rêya karkirinê digrine ber xwe, lê dengên nerazî li ser dahat û mûçeyan bi berdewamî tên bihîstin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst