Îlham Ehmed bi berpirsê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê re civiya
Hevîdar (Rûdaw) -Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê li Berlînê bi Berpirsê Ofîsa Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel re civiya.
Tunkel ji hesabê xwe yê Xê (Twitter) ragihand ku ew li Berlînê bi Îlham Ehmedê re civiyaye û derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê de gotûbêj kirine.
"Divê hemû alî sivîlan biparêzin"
Tobias Tunkel tekez kir ku divê sivîl bên parastin û got, "Divê hemû alî sivîlan biparêzin û divê şidet û pevçûn bên rawestandin."
Ev civîn di demekê de pêk tê ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed rewşa li Rojavayê Kurdistanê aloz bûye û êrişên li ser vê herêmê zêde bûne.
Li aliyê din, 3yê vê mehê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot û hevtaya wî Annalena Baerbockê ya Almanî çûbûn Şamê û bi Serokê Birêveberiya Sûriyeyê Ahmed Şer re civiyan.
Piştî hevdîtinên bi Ehmed Şer re Wezaretên Karên Derve yên Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevpar de daxwaz ku şerê li dijî hêzên Kurdî bê rawestandin û "berjewendiyên wan ên ewlehiyê" bên parastin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî beriya bi çend rojan di civîna salane ya konsul û balyozên welatê xwe de ragihand ku divê welatên rojavayî derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed "saf nebin" û soz da ku welatê wî dê pişta şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bernede.
Today in Berlin, I spoke with @ElhamAhmadSDC about the need for de-escalation & protection of civilians in North East Syria. A resurgence of ISIS must be prevented at all costs. We welcome @relationaanes’ commitment to dialogue with Damascus on an inclusive Syrian solution. pic.twitter.com/UjAbehPzNP
— Tobias Tunkel (@GermanyOnMENA) January 9, 2025