Şewata li Los Angelesê berdewam dike: 5 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Los Angelesê yê eyaleta Calîforniyayê ya Amerîkayê ji ber şewata daristanê hejmara miriyan derket 5an û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Los Angelesê diyar kir ku şewata daristanê ya ku li yek ji taxên luks ên bajêr derket, li 6 herêmên cuda dewam dike û heta niha 5 kes di şewatê de mirine.
Nêzîkî 2 hezar malan bi tevahî şewitîn
Rayedarên Şaxa Agirkujê ya Los Angelesê diyar kir ku ev şewat di dîroka bajêr de yek ji wan şewatên herî wêranker e û heta niha nêzîkî 2 hezar malan bi tevahî şewitîne.
Şewat belavî herêma Hollywoodê jî bû ku rayedarên eyaletê ji bo 100 hezar kesî biryara tehliyeyê da.
Malên stêrkên Hollywoodê şewitîn
Li gorî medyaya Amerîkayê di şewatê de malên gelek stêrkên navdar ên wekî Paris Hilton, Mandy Moore û Cary Elwes jî şewitîne.
Li herêmê ji ber şewatê hemû dibistan hatin girtin.
Biden serdana xwe ya Îtalyayê betal kir
Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber şewatên li Calîfornîayê sefera xwe ya dawî ya Îtalyayê betal kir.
Waliyê Californiayê Gavin Newsom der heqê şewata li Los Angelesê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hişyarî da.
Gavin Newsom di parvekirina xwe ya li ser platforma Xê da wiha got:
"Şêniyên Californiaya Başûr ez tika dikim îşev baldar bin. Guh bidin peywirdarên xwecihî û heger hûn nêzîkî cihên di bin bandorê de bin, ji bo tehliyekirinê amade bin."
Xêdeyî 7 hezar û 500 personelên îtfaiyeyê dixebitin
Newsom bal kişand ku li herêma şewatê zêdeyî 7 hezar û 500 personelên îtfaiyeyê dixebitin û wiha got:
"Zarokan dibistanên xwe, civakan dêrên xwe, malbatan malên xwe ji dest dan.
Heta hinekan jiyana xwe ji dest da. Ji bo rizgarkirina jiyanan û temirandina vê şewata nedîtî, em dê karê xwe bidomînin."
Li bajarê Los Angelesê yê eyaleta Calîfornîayê ya Amerîkayê, êvara sêşemê ji ber bayê gur û hewaya ziwa şewatên daristanê dest pê kiribû.
Ji ber şewatê li herêma Pacific Palisadesê qadeke bi qedera 3 hezar hektarî bûbû rijik, ji bo şêniyên herêmê fermana tehliyeyê hatibû dayîn.
Waliyê Calîfornîayê Newsom di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku midaxeleyên li şewatê didomin û her wiha li Los Angelesê "rewşa bilez" ragihandibû.
Hatibû ragihandin, ji ber şewatên li herêmên Pacific Palisades, Hurst, Eaton û Woodleyê yên Los Angelesê duh 2 kes mirine û gelek kes jî birîndar bûne.