Nadiya Muradê ji Elon Musk re got: Divê tiştên ku hatin serê Êzidiyan neyên serê ti kesî
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana navdar a Kurd a Êzidî Nadiya Muradê bersiva daxuyaniyeke Elon Musk a derbarê komkujiya Êzidiyan da û got, “Tiştên ku hatin serê Êzidiyan, divê neyên serê ti kesî."
Karsazê Amerîkayî Elon Musk li ser bersiva derbarê "tundî û êrişên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan" ji bernameya hişê çêkirî chatbotê ya bi navê Grok pirseke balkêş kir.
Elon Musk bi gotina xwe ya "Tiştê ku bi serê Êzidiyan de hatiye, dê rojekê were serê Ewropayê jî?" nîqaşek da destpêkirin.
Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî û Çalakvana Kurd a Êzidî Nadiya Muradê li ser hesabê xwe yê Xê bersiva Elon Musk da.
“Hovîtiya DAIŞê bi gotinan nayê pênasekirin”
Nadiya Muradê tekezî li ser wê yekê kir ku komkujî û kiryarên nemirovî yên li dijî Kurdên Êzidî trajediyeke wisa ye ku nabe werin serê civakekê û wiha got:
"Tiştên ku qewimîn ji van gelekî zêdetir bûn. Bi tenê bi daxuyaniyekê yan wêneyekî nayên vegotin.
Hovîtî, barbarî û kiryarên nemirovî yên ku DAIŞê li hemberî me kirine bi gotinan nayên pênasekirin.
Tiştên ku li Êzidiyan hatin kirin, divê neyên serê ti civakê.
Em dikarin her tim nîşaneyên pêşî bibînin û ji bo rêlibergirtina komkujî û koletiya zayendî gavan biavêjin."
Elon Musk ji Grokê çi pirsî?
Elon Musk di platforma xwe ya medyaya civakî Xê de derbarê Êzidiyan de bi bernameya hişê çêkirî ya bi navê Grokê re diyalogek kir.
Musk ji Grokê pirsî, "Çi hat serê Êzidiyan?"
Grokê di bersiva xwe de Kurdên Êzidî dan nasandin û got, "Êzidî pêkhateyeke olî û etnîkî ne ku li Bakurê Îraqê dijîn û wekî ku di bûyerên sala 2014an de xuya bû, rastî tundûtîjî û zilmeke giran hatine."
Grokê derbarê tiştên ku hatine serê Êzidiyan de got:
"Tebaxê 2014an DAIŞê êrişeke hovane bir ser civaka Êzidiyan a li herêma Şingalê ya Îraqê û ev bi giştî wekî komkujiyê tê pejirandin.
Êriş bû sedema kuştina gelek mirovan, bi zorê Îslamkirinê, revandin û kolekirina zayendî ya bi hezaran jin û zarokên Êzidî.
Êriş her wiha bû sedema koçberkirina nêzîkî 50 hezar kesî ber bi Çiyayê Şingalê û deverên din."
Grokê her wiha da zanîn ku 6-7 hezar jin û zarokên Kurd hatine revandin û bi hezaran mêr hatine kuştin û çarenivîsa 2 hezar û 700 jinên Êzidî yên Kurd hîn jî ne diyar e.
Piştî têkçûna DAIŞê ya sala 2017an li Herêma Kurdistanê û Îraqê û ya 2019an li Rojava û Sûriyeyê hinek ji endamên rêxistinê çûn Ewropayê.
Her wiha hinek ji endamên rêxistinê Ewropî bûn û hin ji wan vegeriyan welatên xwe.
Elon Musk pişt re bersiva Grokê parve kir û pirsî, "Gelo tiştê ku hatiye serê Êzidiyan dibe ku rojekê were serê Ewropayê?"