Nûnerê Rêveberiya Xweser bi sûcê spîkirina pereyan tê darizandin

09-01-2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rêveberiya Xweser li Skandanavya Şiyar Elî bi sûcê spîkirina pereyên reş dê were darizandin.

Biryar bû Nûnerê Rêveberiya Xweser li Skandanavya Şiyar Elî di 16ê Çileya 2023yan de were mehkemekirin, lê hate paşxistin.

Di sala 2017 de li hemberî avahiya televîzyoneke Kurdî li nêzîkî Stockholmê operasyonek hatibû kirin, bi qasî 300 hezar Euro di dolabekê de ji aliyê polîsan hatibûne girtin.

Dozger dibêje, roja 27ê meha 10 sala 2017, Şiyar Elî  li Almanya li bajarê Troisdorfê li nêzîkî bajarê Bonnê, li ofîsa Heyva Sor a Kurd, 300 hezar Euro bi otomobîlê birine Swêdê. Heyva Sora Kurd ew pere weke alîkarî kom kiribû ji bo ku ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne.

Şiyar Elî wê tometê bi temamî red dike.

Parêzerê wî Mikael Westerlund jî dibêje Şiyar Elî ti sûc nekiriye û parastina pereyan li mal yan jî li cihekî din li gor yasayê ne sûc e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst