Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Amarîka û hevpeymanên wê dixwazin guvaşê bixin ser Îranê ku eger zû negihijin rêkeftinê, dema gotûbêjan birserve diçe, lê Îran bi bêhnfirehî pêngavan diavêje. Tehran naxwaze di siberojê de rûbirûyî Tumpeke din bibe.
Fransa dibêje pêşketinek di gotûbêjên Etomî yên Îranê de heye û çend dîplomat jî di wê bawerê de ne, dê di dawiya vê mehê yan jî destpêka meha Sibatê, Îran û Amerîka li hev bikin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade dibêje: “Di navbera Îranê û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê de rêyek diyar û eşkere di guherîna nêrînan de heye. Hemû tiştek li ser wê rêya hatiye diyarkirin, bi awayê nivîskî hatiye eşkerekirin. Ji bo ku ti jihevtênegehiştinek çênebe. Peyam bi nivîs bihev hatine guhertin, lê pêşniyar ne bi fermî hatine guhertin. Ev hemû bi rêya komîteya hevbeş ya hevahengîkirinê hatine kirin.”
Ji bo gehiştina rêkeftinê hinek amajeyên eşkere hene, bo nimûne beşdarîkirina Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreyê di gotûbêjan de bo vegerandiba 7 milyar dolarên ragirtî yên Îranê yên li welatê wî.
Lê ti pereyekê Îranê bê glopa kesk a Amerîkayê nayê vegerandin. Ev mijar ligel çend mijarên din ku di serdema nû ya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de hatine zêdekirin, naveroka gera heştemîn a gotûbêjên Viyenayê ne, ku di Dûşema borî de destpêkirin.
Berdevka Koşka Spî Jen Psakî dibêje: “Gotûbêjên heftiya borî pêşveçûnek mamnavendî bixwe ve dîtine. Em hêvîdar in vê heftiyê bikarin pêşveçûnê li ser vê bingehê ava bikin. Tişta eşkere ew e, eger em van demên nêzîk de derbarê rêkeftina etomî negihin jihevtêgehiştineke hevbeş, pêngavên bilez ên Etomî yên Îranê wê rêkeftinê ji nav dibin. Ji ber vê yekê karên me yên sereke wek gihiştin û cîbicîkirina vegereke hevbeş a bo wê rêkeftinê dimîne. Em çaverê jî dikin ku ew gotûbêj balê bikşînin ser van mijaran, ne ku şîroveya her serkirdyekê li seranserî cîhanê.”
Amajeyek din a nêzîkbûna rêkeftinê guherîna helwesta Îsraîlê ye ku berê li dijî Rêkeftina Etomî bû, lê heftiya borî Serokê Ajansa Îstixbareta Îsraîlê Aharon Halîva ji wezîrên hikûmeta xwe re got: “Sînordarkirina bernameya etomî ya Îranê di rêkeftinekê de ji bo Îsraîlê ji nebûna rêkeftinekê baştir e.”
Îro kabîneya Hikûmeta Îsraîlê bi Serokatiya Naftalî Benet bo nirxandina nû ya derbarê egera gehiştina Rêkeftina Etomî ya Îranê dicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse