Krîza nû di navbera Amerîka û Rûsyayê de: Kazakistan
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova “daxuyaniyeke” Wezîrê Derve yê Amerîkayê ya derbarê Kazakistanê de wek “axaftineke pûç û vala” binav dike.
Maria Zakharova bi dijwarî rexne li daxuyaniyeke Antony Blinken ya derbarê şandina hêza Rûsî de bo Kazakistanê girt ku gotibû, “Eger Rûs biçin nav mala te, êdî zehmet e bikaribî wan neçar bikî derkevin derve.”
Zakharova got: “Ev axaftineke pûç û vala ye. Amerîka nikare li ser wê axaftina xwe berdewam be ku dibêje xwepêşandanên Kazakistanê aştiyane ne. Ew dizanin ku ne wiha ye. Herwiha zehmet e bawer bikin ku di vê rewşê de Amerîka li ser derewkirin û dûrûtiyê berdewam dibe.”
`Ev bêhêvîtî ye`
Zakharova herwiha got: “Çavkaniya daxuyaniyên Blinken bêhêvîtî ye û ti bingeheke wan nîne. Berpirsên Amerîkayê çi li Koşka Spî yan li Wezareta Derve bin derbarê rewşa Kazakistanê de nizanin çi tiştekî bibêjin û çi karekî bikin, lewra axaftinên pûç û bê bingeh wek yên Blinken dikin.”
Zakharova dibêje: “Ew dibêjin eger Rûs biçin nav mala te, êdî zehmet e wan neçar bikî derkevin derve, lê ya rast eger Amerîkî bi mêvandarî hatin mala te bê ku wan vexwînî, bêguman roj bê tundûtûjî, mirin û diziyê bi dawî nabe. Çûna hêzên Rûsyayê jî bo nav Kazakistanê di çarçoveya Peymannameya Asayîşa Bikom û li ser bingeha yasayî bûye.”