Trump: Dibe Îranê firokeya Ukraynî bi xeletî xistibe

09-01-2020
RÛDAW
Nîşan Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, dibe ku Îranê firokeya Ukraynî bi xeletî xistibe.

Donald Trump di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku gumana wî li ser wê yekê heye ku ew firokeya Ukraynî ya ku li Îranê ket ji ber sedemeke teknîkî be û got, “Dibe ku ew firoke bi xeletî hatibe xistin.”

Berpirsên Îranê duh, sedema ketina firokeya Ukraynî vegerandibûn pirsgirêkeke teknîkî, lêbelê Mihemed Îslamî, Wezîrê Veguhastinê gotibû ku ew dê bi hûrgilî lêkolînê li ser ketina wê firokeyê pêk bînin.

Serokê Amerîkayê jî dibêje, ew çaverêyî encama lêkolînan dibin û rojek tê ku divê sindoqa reş a firokeyê radest bikin û baştir e ku sindoqa reş bidine kompaniya Boing. Trump got jî, asayiye ku eger ew sindoqa reş bo lêkolînan bi welatekî din an jî Fransayê bê dayîn.

Îro kenala CNN a Amerîkî belav kiribû ku berpirsên Amerîkî di wê baweriyê de ne ku Îranê bi xeletî ew firokeya rêwiyan a Ukraynayê xiste xwarê. Wan berpirsên Amerîkî li gor zanyariyên radar û elektronî ku ji aliyê artêşa Amerîkayê û dezgehên sîxûrî ve hatine kom kirin, diyar kirine ku dibe Îranê ew firoke bi xeletî xistibe.

Li aliyê din ajansa Reuters û kovara Newsweekê jî di nûçeyên xwe yên ku spartibûn berpirsên hikûmeta wî welatî, ragihandine ku Amerîka piştrast e ku ew firoke bi mûşekekê ji aliyê Îranê ve hatiye xistin.

Herwiha hatiye gotin ku dibe ew firoke ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Îranê ve bi xeletî hatibe xistin.

Roja Çarşemê, 08.01.2020, firokeyeke rêwiyan a Ukraynî ya li ser hêla Tehran-Kievê, 6 xulek piştî rabûnê ji firokexaneya Tehranê, li nêzikî bajarê Şehriyar li parêzgeha Tehranê kete xwarê.

Di wê firokeyê de 167 rêwî û 9 kes ji tîmên xizmetguzariyê hebûn. Piraniya rêwiyan Îranî bûn, lêbelê hemwelatiyên Exanistan, Almanya, Swêd, Ukrayna û Kanadî jî tê de hebûn.

Herwiha 12 kes ji wan rêwiyan, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê hemwelatiyên Kanadayê bûn û yek ji wan jineke ducanî bûye. 5 kes xelkê Mehabad, dayik û zarokek ji Kirmanşanê û herwiha malbateke 3 kesî jî xelkê Seqizê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst