Amerîka û Çînê li ser dirêjkirina dema gotubêjên xwe lihevkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Amerîkî ragihand ku herdu welatên mezin ên aborî li ser dirêjkirina dema gotubêjên xwe ji bo îro wate çarşemê lihevkirin.

 

Roja duşemê şandeke Amerîkî ya bazirganî gehîşte Pekînê ji bo encamdana gotubêjan di dema du rojan, lê herdu aliyan li ser dirêjkirina dema gotubêjên xwe ji bo roja çarşemê geheştin rêkeftinê.

 

Serokê Amerîka Donald Trump jî di Tiwîta xwe de roja sêşemê ragihandibû ku, danûstandinên wan li gel Çînê gelekî baş e.

 

Berê di meha kanûna sala 2018an de Trump li gel hevtayê xwe Şî Cîn Pîng li ser bi dawîanîna şerê bazirganî di navbera xwe de lihev kiribûn, lê eger van herdu welatan heta meha 3 ya îsal negehêjin ti rêkeftinekê, wî demî tê pêşbînîkirin ku pênaseyên gumrikî yên Amerîka li ser berhemên hawirdekirî yên Çînî dê jibo 200 milyar dolaran zêdetir ibe