"Kurdistan" bû mijara rûniştina parlamentoya Brîtanyayê

09-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Brîtanya Kurdistan London
A+ A-

London (Rûdaw) - Îro parlamentoya Brîtanya rûniştineke taybet di derbarê Herêma Kurdistanê de lidar dixe û têde gotûbêj li ser siyasetên Londonê yên li Iraqê piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê kirin.

 

Di rûniştina parlamentoya Brîtanyayê de dê Cîgirê Wezîrê Derve yê Birîtanya jî amade bibe û mijara sereke bêdengbûna Brîtanya li hemberî bûyerên piştî 16ê Cotmehê ye, ka çima ew li hemberî êrîşkirina ser navçeyên nakokî li ser ji aliyê hêzên Iraqî ve bêdeng bûye.

 

Peyamnêra Rûdawê li Londonê, Kurdistan Hesen derbarê vê rûniştina taybet a parlamentoya Brîtanyayê de dibêje: Di rûniştinê de dê Wezîrê Dewletê Yê Bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Komîteya Derve ya parlamnetoya Brîtanya û hejmarek parlamenter beşdar bibin.

 

Bi gotina peyamnêra me, rûniştina îro ya parlamentoya Brîtanya di bin navnîşana Helwesta Brîtanya li hember xewna Kurd de tê birêvebirin û dibe ku di vê rûniştinê de behsa wan mijaran were kirin, ku gelo çima Kurd nekariye armancên xwe yên mezin û stratejîk biguhere? Ew astengî çi bûn li pêşiya kurdan, herwiha helwesta Brîtanya li hember xewna Kurd û encamên piştî referandumê çî ye? Ew jî di demekê de ku Herêma Kurdistanê heta niha jî di bin dorpêçeke tund a Iraqê de ye, ji ber wê referanduma ku encam daye.

 

Peyamnêra Rûdawê amaje bi wê jî kir, heta niha jî pirsa Kurd di navendên giring ên Londonê de tê gotûbêjkirin, îro roja duyem a destbikarbûna parlamentoyê ye û tevî pirsên giring ên din pirsa Kurd jî bûye mijareke germ a nav hola parlamentoya Brîtanyayê.

 

Brîtanya yek ji wan welatên mezin û zilhêz ên cîhanê bû ku her ji destpêkê ve li dijî referandumê serxwebûna Herêma Kurdistanê derket û piştgiriya xwe bo yekparçebûna Iraqê nîşan da. Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê jî Brîtanya cardin tekezî li ser helwesta xwe kir, lê belê piştevaniya xwe bo mafên Kurd di çaçroveya Destûra Iraqê de jî ragihand.

 

Serokwezîra Brîtanya herî dawî di nameyekê de bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştgiriya xwe bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li gorî Destûrê nîşan dabû û Serokwezîr Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwandibû Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst