Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya Civaka Kurd a Almanyayê, îro birêvebiriya Civaka Kurd a Hamburgê hat hilbijartin.
Alîkarê Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Mehmet Tanriverdî ji Rûdawê re ragihand ku îro komîteya birêvebir a Civaka Kurd a Hamburgê hat hilbijatin.
Mehmet Tanriverdî diyar kir ku civîna îro ya li bajarê Hamburgê yê Almanyayê, bi beşdariya 35 gencên Kurd û amadebûna Serokê Civaka Kurd a Almanyayê Alî Ertan Toprak pêk hat.
Bi gotina Mehmet Tanriverdî 7 kes ji bo birêvebiriya Civaka Kurd a Hamburgê hatin hilbijartin.
Azad Irmak wekî serok û Ozlem Erk jî wekî alîkarê serok hat hilbijartin.
Tanriverdî da zanîn ku Civaka Kurd a Hamburgê dixwaze ji bo Kurdên li wê derê kar bike.
Civaka Kurd a Almanyayê (Kurdische Gemeinde Deutschland) rêxistineke sîwan a rêxistinên Kurdan a li Almanyayê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse