Cihê Beşar Esed diyar bû: Li kû derê ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Rûsyayê ragihand ku Beşar Esed û malbata xwe gihîştine Moskowa paytexta Rûsyayê.

Li gorî medyaya Rûsyayê, Kremlînê biryar daye ku penabertiyê bide Beşar Esed û malbata wî.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Bi vê yekê rejîma Beşar Esed a 24 salan jî rûxiya.

Cihê Beşar Esed, hevjîna wî Esma û du zarokên wan di destpêkê de nedihat zanîn.

Çavkaniyeke Kremlînê li ser mijarê ji Medyaya fermî ya Rûsyayê TASSê axivî û got:

"Esad û endamên malbata wî hatin Moskowê. Rûsyayê ji ber sedemên mirovî mafê penaberiyê da wan."